
Hinek mêr li vir hene bi dîtina jinekî dest û lingê wan li hev dikeve û xwe wenda dikin. Hinek jin jî hene ku nêzîkatiyên wan yên lawaz heye, lê belê hêjmara kesên wisa gelekî kêm in. Ez li vir bi mirovên cur be cur re jiyam. Wek mînak Kejwan kesek bû ku tenê li pey diyarkirina xwe bû. Her tim gotinên dubare bi edebiyatên cur be cur tîne ziman da ku ji herkesî re nîşan bide ku fermandarek başe û ji kêmahiyên xwe yên kesayetî bêxebere.
Başî ji kêmasiyan zêde ne
Yan jî hevalê Engîn ku bi baweriya min mirovek gelekî hêjaye, ez gelekî ji vê hevalê hez dikim. Bi rastî jî fermandarek başe ku bi hemû kêmahiyan jî başiyên wî zêde ne. Li vir carekî dilê min gelekî lerizî ku heta niha hestek wusa min jiyan nekiribû. Ez bi gelek jinan re bûme beriya ku tevlî bibim, lê min tu caran hestek bi vî rengî nejiya.
Ev hêstên min evîn e
Ez bawerim navê vê hestên min evîn e. Gelekî bi xwe re têdikoşim û ezê serbikevim. Ji ber ez ji bo evîna sexte nehatime şer, tenê hatime ji bo mirovahî û azadiyê şer bikim. Lê dema çavê min di nava hevalan de bi wê dikeve, hema zû li wê cihê dûr dibim. Ji ber ku ji xwîna şehîdan şerm dikim ku bi serfirazî şehd bûn û ez îro naxwazim xiyanetê li xwîna şehîdan bikim. Navê evîna min, Rûsî hatiye nivîsandin…Rojvan Kobanê (Emîr Qubadî)”
Ji Rûsya hatibû Kobanê
Piştî ku Rojvan şehîd dibe Kejwan li ser hevrêyê xwe wiha hestên xwe tîne ziman û dinivîse; Em demek dirêj li Kobanê bi hevre man. Ew gelekî şerker bû. Dema Arîn û Zîlan şehîd bûn, Rojvan li Rûsya dima. Bi riha înternet û TV’yan bûyerên bajarê Kobanê şopandiye. Dema serê jêkirî yê hevala Zîlan di destê çeteyên DAIŞ’ê de dibîne biryar digire ji bo tola wan hevalan were Kobanê. Hevalê li çiya û heta fermandarên di asta jor de jî nekarîn pêşiya hatina wî bigrin û ji wî dixwazin ku li çiyan bimîne û perwerdeya leşkerî û îdolojî bibîne, lê qebûl nake. Dibêje ku hemû gelê Kobanê di bin xetereya komkujiyê de ne û divê ez biçim alîkariya wan.
Rojvan li hember hemû netewên li Îranê gelekî bi hurmet bû. Gelekî ji dayika xwe hez dikir û hertim behsa başî û bedewiya dayikan dikir. Min carekî jê re got em bihevre biçin Qendîlê û Newrozê li wir pîroz bikin, got na! Heta Kobanê rizgar nebe ez gavekî jî navêjim û ji vir naçim cihekî din. Hevalê Rojvan gelekî ji Rêber APO hez dikir û pê ve girêdayî bû.”
Daxuyaniya YPG li ser Rojavan Kobanê
Piştî ku Rojavan Kobanê şehîd bû YPG derbarê bûyerê de daxuyanî da û li ser têkoşîna wî de ev xal destnîşan kir: “Hevalê me Rojvan Kobanê li eniya başûr-rojhilat ê Kobanê, 22´ê Kanûnê gihîşt şehadetê. Heval Rojvan bi eslê xwe ji bajarê Îran Meşedê bû û piştî banga seferberiyê ya Rêber Apo hat Rojavayê Kurdistanê û tevlî nava refên YPG’ê bû. Heval Rojwan li Kobanê ku çeteyan dagirkiribû tevlî şer bû û gihîşt şehadetê. Vê şehadetê em xemgîn kirin. Heval Rojvan bi tevlîbûna xwe coş, moral, zanebûnek serketî û îradeyek mînak nîşan da û di demek kin de li eniyên şer xwe pêşxist.”
Sembola yekîtiya gelan e
Di daxuyaniyê de tê gotin ku Rojvan li dijî çeteyên DAIŞ’ê ku di navbera gelan de şer derdixin, bûye sembola bihevrebûna gelan. Daxuyanî wiha bidawî dibe: “Heval Rojvan dizanîbû ku têkoşîna li Kobanê ji bo hemû mirovahiyê ye û tim û tim diyarkir ên dixwazin nirxên azadî û mirovahiyê biparêzin divê tevlî têkoşîna li Kobanê bibin. Wekî şervanên YPG/YPJ’ê em bi israr destnîşan dikin, emê pira gelan ku heval Rojvan bi hêz kiribû biparêzin. Di şexsê heval Rojwan de hemû şehîdên me yên ku berxwedana Kobanê li ser piyan dihêlin bi rêzdarî bibîrtînin û em soz didin ku wê armancên wan bi serketinê bê tacîdar kirin.” l Wergera ji Farisî Gelawêj Ewrîn