Nivîskar Salîh Sezgîn ku di 17 saliya xwe de hat girtin û bû şahidê vê berxwedanê diyar kir ku bi derbeya leşkerî ve xwestin dengê gel qut bikin. Sezgîn da zanîn ku di zindana Amedê de li hember wehşetê têkoşîna bîr û baweriyê hat meşandin Sezgîn diyar kir ku şerê rûmet, nasmame, namus û şerefê bû û weha dewam kir: "Di şexsê hevalên pêşeng de şerê îrade dihat meşandin. Di dîrokê de yekem car pêkanînên dewletê li hember kurdan bi serneketin. Ev tegereke berxwedanê ye. Dema em hatin girtin zarokbûn û me hemû tişt bi çavê xwe dît. Min di wî temenê xwe de di PKK'ê de berxwedan dît. Bi vê berxwedanê ve ez zelalbûm ku ez ê li vir wiha çawa bijîm." Nivîskar Sezgîn bilêv kir ku 14'ê Tîrmehê di dîroka gelê kurd de xwedî cihekî girîng e û 14 Tîrmehê havêna berxwedana gel e. Sezgîn anî ziman ku qêrîna berxwedêrên zindana Amedê li her derê cîhanê belav bûye û piştî berxwedanê kesên îşkence dikirin neçar man zindana Amedê terk bikin.
Sezgîn anî ziman ku bi vê çalakiyê ve polîtîkayên dewletê yên li hember gelê kurd têk çûne û hêza hêvî û berxwedanê jî derket holê. Sezgîn got, "Polîtîkaya têkbirina hêviya gelekî serobino bû."
DÎHA/AMED