Wekî hemû gundên li herêmê bela wela, ev gundê pênç şeş malî jî, raserî newaleke bi kahnî, li serê girekî kol hatiye avakirin.  Malin ji keviran in , hin bi kelpîçan; yê herî nû, ode û eywaneke b’ pirekêtan ava, ya Feto’yê berî salekê ji bavê xwe cuda bûyî ye. Li gorî malên di ber hevde, ev mal çenikî veder, ji malan bi sed gavekî dûr e. Qasidê ku hatiye, xortekî tenik î zirav, temberiya wî bi aliyekî ve şehkirî ye. Hêj li devê derî, şûtika xwe ya sistbûyî dişidîne, demançeya çardexûr di ber şûtikê de diedilîne, pêlava xwe ya rengzere ji piyê xwe derdixe, silavê şer’ê vedide û tê li ser doşeka ku li ber dîwarê bêpace miqîm raxistiye, rûdine. Navê vî xortî Gurî ye. Ji gundê Girkundan, merivê Hecî Evdilkerîm e. Gurî, milisek e. Mîna ku riyeke dirêj li pêşiyê be, di cihê xwe de diqilqile. Bi du sê qurtan re çaya ku Feto daniye ber diqedîne û mîna bibêje bes e, Xweda zêde bike; piyeleyê li ser binîkê ferfûrî, vedizînî û pê re, ‘Êz ê rabim’ dibêje, Feto…Hevalê Egîd piştî nîvrojê dê li mala Mehme Selîm be’.
Ez ê li ber paceya herdu bask vekirî, bi hêla çiyê, Çiyayê Cûdî  ve dinerim: Serê serê çiyayê ewr î evraz û evçend asê, wekî pişta masiyekî ji av êderdekî, bi telekî, dixuyê. Dibêjin, Gemiya Nûh li wir, li ser pişta wê piştê rawestiyaye. Li pesaran, hindik cihên kesk kevzî, wekî belekiyên berfê, deq deq veguherîne zerahiyekê. Dar û deviyên ku di vê kîşwerê de ji xwe ve çûyî sermest, şax bi şax şeyda, ketine destê bayê ku li qontaran derketiye seyranê. Bîhna biharê ji erdê difûre. Ya indeko, ya geyakê sêvan, ya nikilê dîkan û morê û pûng û birdiya l’ ber ava robaran li ser tayekî…
Her hilm bi mêlakê re hinavên mirov hênik dike. Mîna ku bîhna azadiyê civandibe ji vî çiyayî ji vê newalê; bi hilmên mişt mêlaka xwe dadigirim. Her ku hilmekê dikêşim, naxwazim berdim: Heta ku bîhna min biçike, radiwestim, paşê hêdî hêdî berdidim û dîsa mêlaka xwe pê tijî dikim. Ba azadî ye. Kesekî nekariye rê lê bigire, rawestîne. Ew jî wekî zarokên wî qewmî herîz êde, çiyan dihebîne. Di nava hizrên têkel de, çavên min li reşahiyekê dialin: Peyayek tena serê xwe ye. Nêçîrvanek e gelo, an  şerkerekî  ku ji çiyê dadikeve. Leşkerên li dora çiyê vekişiyane, ji zû ve daketine beriyê. Xwe xwe dibêjim hebe nebe ev êzingvaniyek e. Dikeve bîra min, ku darbirîn hatiye qedexekirin. Rêxistinê biyara teqez daye, gotiye, ’ Daran nebirin, nêçîrê nekin, qedexe ye’.
Kurikê Mehme Selîm – navê wî Cûdî ye- li devê derî dixuye. Li devê derî, ji nava şekalan, li Feto dinere, dibêje, ‘ mamo, bavê min got her ji mamê xwe re bibêje bila ew û mêvanê xwe werin nîk min.’
Radihijim heste û pakîta xwe, li dû Feto berê xwe didim mala Mehme Selîm’ê ku piştî vê bûyerê bi salekê, ew û kurmamê xwe Evdille ji hêla Jîtemê ve hatin wendakirin.