Ev pêvajoya nû, pêvajoya kampanya azadîya Abdullah Ocalan jî xurttir dike. Ev çend rojin ku çapemeniya Tirk hemû nîqașên xwe li ser Abdullah Ocalan û li ser pêvajoya nû dike. Li gorî baweriya min, ji bo ku așitîyeke mayînde çêbibe û çek bêne rawestandin, ji bo biratîyeke di navbera gelan de çêbibe, pêwist e hevdîtinên li Îmralîyê bi birêz Ocalan re tên kirin dewam bikin. Di hêla siyasî de, pêwist e dewlet BDP, KCD û KCK jî tevlî vê pêvajoyê bike. Her wiha pêwist e ev hevdîtin vekirî bêne kirin û di çapemeniyê de nîqaşên vekirî werin meşandin.
Li gorî baweriya min pêvajoya Imralîyê dikare ji dîroka cihanê mînak bigre, weke: Mandela, Îrlanda, Aung San Suu Kyi û hwd. Eger bi rastî jî aşitî bixwazin, divê li gorî vê daxwazê gav biavêjin. Ji bo vê yekê jî divê destpêkê hemû girtîyên bi navê KCK ê, herwiha hemû parêzvan, siyasetmedar, rojnamevan û şaredar û vekîlên girtî bêne berdan. Ti kes nikare hesaban li ser gelê Kurd bike. Bi taybet heqê dewletê jî tûne ye ku bibêje "Bila PKK´ê çek deyne". Çawa PKK´ê beyî ku çareserî pêk were çek deyne? Heta projeyeke aşitiyê tûne be, çek jî nikarin bêne rawestandin. Di vê pêvajoya hevdîtinan de divê zimanê tê bikaranîn jî li gorî daxwaza çareserkirina pirsgirêkê be. Divê neye jibîrkirin ku eger di dema hevdîtinan de aliyên ku tevlî hevdîtinan dibin li dijî hev daxuyanî û gotinên tund dubare bikin, ev jî wê zirarê bide pêvajoya hevdîtinan. Divê rayedarên Tirk samîmiyeta xwe bi ziman û helwestên xwe jî nîşan bibin.
Daxwazên aşitîyê dîsa di asteke mezin de bilind dibin. Tevî hemû êşên rû dan gel dixwaze êdî aştiyek û çareseriyek mayînde pêk were. Gelê Kurd û malbatên şehîdan weke berê vê yekê îro jî di asteke bilind de tînin ziman. Eger di vê pêvajoyê de malbatên şehidên Tirkan jî piştgirî bidin vê pêvajoya Îmralîyê, wê demê şansê aştiyê zêdetir bibe. Eger ev derfeta ku bi hevdîtinên Îmraliyê re ji nû derket holê, ji bo çareseriyeke mayînde were bikaranîn û gavên pratîkî yên berbiçav û ji dil werin avêtin em dikarin bêjin ku ji her demê zêdetir aşitî nêz e. Ji her demê zêdetir mirovahî evîndarê aşitî ye.
Destpêka pêvajoyekê nû
Sala 2013´an bi hêvîyeke mezin dest pê kir. Piștî pêvajoya Osloyê ku tû kesî êdî bawer nedikir, carekê din li ser așitiyê hat nîqaşkirin. Em dibînin ku rojev carekê din hate guhertin û carekê din pêvajoya așitiyê kete rojeva Tirkiyê. Piștî wê demê êrîșên leșkerî û operasyonên binçavkirinê zêdetir bûn. Êdî êrîșên nîjatperestî jî li hemberî gelê Kurd zêdetir bûn. Her roj serokwezîrê Tirkiyê bi axaftinên xwe agir gur kir, her roj pirsgerêkên wî welatî zêdetir bûn û her roj agir bi dilê dayikan ket. Di vê dema dawî de herî zêde dayikên Kurd dengê xwe ji bo așitîyê bilind kirin. Her wiha hemû çalakîyên gelê Kurd dihatin qedexekirin. Her roj gaz û ava șit. Ev bû nêzî salek û nîv e ku parêzvanên birêz Abdullah Ocalan nikarin biçin Îmralîyê. Hetanî roja îro jî, hevdîtin têne astengkirin. Di dema grêva birçîbûnê de me dît, ku çiqas di pêvajoya dawîyê de rola birêz Abdullah Ocalan girîng e. Em dikarin bêjin ku di vê pêvajoya hevdîtinan de peyama herî girîng ya birêz Ayla Akat û Ahmet Türk bû. Piștî serdana wan a birêz Ocalan ya li Îmraliyê, carekê din pêvajoya așitîyê ket rojevê. Carekê din rola birêz Ocalan diyar bû.