Îbrahîm Ozden: Min mêze kir, kîtabek kirî, tu nabêjî Manîfesto ye. Anî, îja, bi şev û roj dixwend. Wekî ku jê têr nedibû. Ha ji wê hingê heta îro bi partiyê ve hat girêdan.

 

EGÎDEREN / CELLE

Mam Zekî Şengalî, xwedî jiyanake 40 salan a mişt têkoşîn e. Jiyana li Qûbînê destpê kir, bi Elmanya dewam kir piştre jî ber bi çiyayên Azad û Şengalê ve çû. Piştî şehadeta wî gelek kes, sazî û rêxistin li ser têkoşîna wî peyivîn. Lê ew li gel şoreşgerî, bavê 7 zarokan bû, bira bû, ap bû, pêşengê civaka xwe bû. Niha jî wê zarokên wî, birayê, biraziyên wî, heval û hogirên wî behsa wî û kesayeta wî bikin. Em ê guhê xwe bidin wan.

Îbrahîm Ozden birayê mezin ê Zekî Şengalî (Îsmaîl Ozden) ye, dibêje Tebaxa sala 1979´an Zekî Şengalî pirtûkêk xistiye bêrika xwe û ji bo wî, her tişt bi vê pirtûkê guherî. Ev pirtûka birayê wî, behsa wê dike, Rêya Şoreşa Kurdistanê (Kurdistan Devriminin Yolu) ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Di nav PKK´ê de wekî manîfesto jî tê binavkirin, bi vê manîfestoyê, jiyana Zekî Şengalî diguhere.          

Birayê wî Îbrahîm dibêje, “Sala 1968´an, birayekî me hat Elmanyayê û di 1969´an de ji bo hatina wan a Elmanya daxwazname ji wan re şandiye û wiha dipeyive: “Em hatin, hingî Zekî jî 17 salî bû çênedibû were (Elmanyayê). Diya min çû, li hikûmetê wekaleta wî jî çêkir got, dixwazim kurê min bi birayê xwe re here Elmanyayê. Hingî ew berdan û em hatin Elmanyayê. Sala 79´an, carekê gotin, şevek heye li Duisburgê. Îja wê çaxê erebeyên her kesî jî tinebûn, me jî ji camêrekî re got, me jî bi xwe re bibe. Em çûn cihê şevê, me dît, stand danîne, vê çaxê me nedizanî stand jî çi ye. Me ti şev nedîtibûn, cara ewilî bû. Ez çûm salonê, Zekî nehat. Li ba standê ma, kîtabek hilanî, ew dianî, çavên min lê bûn. Min mêze kir, kîtabek kirî, tu nabêjî Manîfesto ye. Anî, îja, bi şev û roj dixwend. Wekî ku jê têr nedibû. Ha ji wê hingê heta îro bi partiyê ve hat girêdan.”

 

Navek ji xwe re hişt

Îbrahîm Ozden ji bo xebata birayê xwe û cihê wî di nava civaka Êzîdî û têkoşîna gelê Kurd de jî got, “Wa emrê min 63 ye. Nayê bîra min, tiştekî wer zehmet, zor min dîtibe. Lê miletê me, çi Kurd çi Êzîdî, ev barê me sivik kir. Vêga şehîd ketiye jî, dîsa em dibêjin Ya Rebbî birê min ev tişt kir ku beredayî neçû binê erdê. Navek ji xwe re hişt. Îja serbilindahî ne tenê ji me re, ji qewmê Êzîdiyan re, û Kurdan teva re hişt. Sala 1992´yan, kurê wî şehîd ket, min digot çû nema kes behsa wî jî bike. Niha Zekî şehîd ket û hezkirin, qedirdana milet dibînim. Min ti carî tiştekî wer nedîtiye. Gelek milet rabû. Vê rojê li Bremenê meleyekî li ser wî xeber dida, ilimdarê me jî wek wî xeber nedida. Milet serê me gelekî bilind kir.”

 
 

Şoreşger bû lê bav bû jî

   

Kurê wî Edîp 32 salî ye, dibêje “Min bavê xwe kêm dît. Gava bavê min ber bi Kurdistanê ve bi rê ket, ez 14 salî bûm.” Mam Zekî şoreşger bû lê bav bû jî. Lê wî nedixwest xwe di nav malbatê de asê bike û ji bo zarokên Kurdan li welatekî azad bijî, ji bavtiya xwe jî feraxet dike. Edîp wiha behsa bavê xwe Zekî Şengalî dike: “Jixwe berî biçe Kurdistanê jî li Ewrûpayê jî di nav xebatan de bû. Têkiliyên me zêde tinebûn, yanî têkiliyên şexsî. Bi rastî min bavê xwe serê du mehan carekê yan du caran didît. Ev tişt ji me re normal bû. Belkî bira û xwişka min ên mezin ji min çêtir nas kirine, ji ber ku gava ew zarok bûn, li mal bû. Em 7 zarok bûn. Em bi vê şoreşê re mezin bûn, em jî pê re bûn her dem. Wexta dihat mal, em pê serbilind dibûn. Diketin heyecanê. Me digot ´Wa bavê me hate malê´ Me destek dida bavê xwe. Em jî bi saya diya xwe hîn bûn. Dayika min em wisa mezin kirin, çiqas jê re zehmet baya jî nîşanî me nedikir. Lê em bi vê rêya bavê xwe, em bi vê reyê mezin bûn. “

 

Min ev cudahî û sekna milet dît

Edîp ji bo oxirkirina bavê xwe çû Şengalê jî. Mirov dikare bibêje, wî li Şengalê berhema 40 salan a bavê xwe jî dît. Derheqa vê yekê de hîs û fikrên xwe Edîp bi me re parve dike: “Min dizanîbû bavê min dibe ku rojekê şehîd bibe. Çûna me ya Şengalê bi rastî bibêjim, em gelekî pê êşiyan. Heta ku em gihiştin Mexmûrê, li wir jî gel pirr bi hêrs bû. Pêşwaziya li Mexmûr û Şengalê ji bo me pirr pîroz bû.

Carinan bi rêya înternet û telefonê me bi hev re xeber dida. Heta car caran henek dikirin, digot, tu li bavê xwe jî napirsî. 2004´an jî min bavê xwe li Mûsilê dît. Gava ez Şengala 2018 û 2004´an didim ber hev, gelek guherîye. Min ev cudahî û sekna milet dît.

 

Em ê dilê wî rehet bikin

Dema dihat malê, kêfa min ji civata wî re dihat. Rojekê, hate malê, ew û dayika min bûn. Ez jî diviya biçûyama mektebê. Min got, ez naçim, ez naxwazim herim mektebê. Ji ber ku, bavê min li mal bû min nedixwest. Min dixwest li cem bavê xwe bim. Dê û bavê min, got, ´Tu mecbûr î, divê tu herî´ Diya min jî bavê min jî pirr giringî bi mektebê didan. Wê çaxê qey ez heft, heşt salî bûm. Min got;´Ilehî ez naçim´ serê min jî hişk bû. Welhasil nîqaş derket, ez derketim. Dema ku ez ji xênî derketim, ez li xwarê sekinîbûm. Ez neçûm mektebê, tenê ez sekinîbûm. Guhên min li ser wan bû, min ji xwe re digot, ka bavê min ew ê kengî were. Vê demê hevaleke me hat, Xanê Egal. Wê li xwarê ez dîtim. Çû jorê ji bavê min re got, ´Li xwarê sekiniye´ Vêca bavê min jî, heta mektebê bera min da. Ew bi pêş ve diçû, ez jî bi pêş ve diçûm, ew disekinî ez jî disekinîm. Heta devê derê mektebê. Lê wî wextî, min nikarîbû bînim ziman ji ber ku dixwazim li cem te bimînim. Ev tişt min jê re nedigot.”

Edîp dibêje, “ez kurê Mam Zekî bûm, ev yek ji bo min barekî giran bû.” Li gorî wî, piştî şehadeta bavê wî êdî ew bar girantir bûye û wiha diaxive: “Em ê li ser şopa bavê xwe bin. Li pey rastiyê, li pey şopa Êzdayetiyê. Em ê dilê wî rehet bikin.”

 
 

Nameyek ji Mam Zekî

   

Kulfa Ozden, xwarziya Mam Zekî ye. Gava navê xalê xwe dibihîse, yekser kelogirî dibe. Bi peyva “Ev bi rohnî dida malbata me” hezkirina xwe îfade dike. Kulfa bi me re namayeke xalê xwe parve dike ku, ji bo zewicandina di temênê biçûk de nivîsiye. Em hin beşên nameyê bi xwendevanên xwe re parve dikin; name sala 1996´an hatiye nivîsandin.

 

“Rojbaş xwarziya min a delal Xulfa,

te berî vê nameya dawî, qertek jî ji min re şandibû lê belê navnîşan tê de tinebû, ji ber wê min bersiv neda te. Belê xwarzîka min a delal û şêrîn te li halê min pirsiye û gotiye min gelek beriya te kiriye. Bawer bike, çiqas te bêriya min kiribe, ewqas jî min bêriya te kiriye, ez gelek silava li te dikim, eniya te maç dikim, silava li hevalê te jî dikim. Te navê wî nenivîsandiye. Ji ber wê ez wî nas nakim, silava li xezûrê te malbata wan teva û bi taybetî jî li Mûsa û Meyro dikim.  Çavê zarokê wan maç dikim, bila ew jî xema nexwin.

Ez gelekî baş im, moralê min li cî ye, nexweşiya min nîne, lingê min dicemide vêga baş bûye. Heya wextekî spor ji min re tinebû, laşê min qitifîbû, lê nelê, di vê dema dawî de ez digerim û sporê dikim. Ji ber wê jî hêdî hêdî lingê min baş dibe.

(...)

Înca em ketine nav du kulturan de yek dagirker û a din jî  emperyalîst e. Ji ber vê yekê dibe ku em gelekî bi hêz li rastiya xwe li şexsiyeta xwe herin. Silavên ji can û dil li te dikim. Bimînin di xweşiyê de, sersala damezirandina berxwedana netewiya Kurdistanê jî pîroz dikim.

Xalê te, hevalê we Îsmaîl Ozden.”

 
 

Kesî gotina wî li erdê nedixist

   

Avaş Ozden biraziya Mam Zekî Şengalî ye. Ew jî ji sala 1979´an ve li Elmanyayê ye û me jê pirsî ka ji me re wekî Ap behsa Zekî Şengalî bike. Avaş kêliyekê sekinî û got, “Apê min, meriv nikare wî bîne ziman bi rastî. Ji meriv re zehf giran tê.” Lê piştî seknekê, dest bi gotinên xwe kir: “Min jî salên destpêka 80´î heval nas kirin. Vê çaxê me digot Apocî. Ji bîra min naçe; ewilî me ew giya miya nedixwarin, xas û giyayê seletê ew, me nedixwarin, ji me re guneh bû. Rojekê metika min, got Avaş, min got, ha.  Got, hûn dikarin giya bixwin! Me got, çawa em dikarin! Got, Apê te (Zekî Şengalî) gotiye, ´hûn dikarin bixwin. Hûn bixwin gunehê wê di stûyê min de ye.´ Tiştê apê min bigotana jî ti cara, bawer nakim ti kesî bi ya wî nekira. Birayê biçûk bû jî, ew î çi bigota birayê xwe yê mezin jî, kesî gotina wî li erdê nedixist.”

 

Pirr qedr dida ked û xebatê

Avaş Ozden, sala 1985´an, saleke jî li mala Apê xwe Zekî Şengalî dimîne, me xwest di nav malekê de behsa têkiliya xwe ya civakî û malbatî bike. Avaş, dibêje, timî dixwest me jî tevlî xebatên rêxistinê bike û wiha dipeyive: “Gelek kêfa wî dihat, gava me qedr dida hevalan û xebatên wan. Tim û daîm digot; ´Gerek meriv hez ji pere neke, malê dinyayê ne tiştek e.´ Digot, ´ger hûn hej min bikin divê hûn hez ji hevalên min jî bikin.´ Bi xêra wî em hînî vî tiştî bûn. Bawer nakim rojekê jî dilê hevalan ji me mabe. Ew bi hezkirina xwe kete dilê insanan. Rojekê ji bîra min naçe; em çûbûn çalakiyekê; ez, Şehîd Elî Egal û xwişka wî. Di vegerê de em ketin çolekê, me dît garis hene, me got, em ji xwe herin hinekî biçinin. Ew jî li bal apê min diman, xaniyê wan li keleka apê min bû. Weke malekê bûn. Me çinî, koçer em girtin, mecbûr bû Elî pere bide. Welhasil em vegeriyan me behsa meselê ji Xanê Egal re kir, wê jî çûye ji Apê min re gotiye. Apê min bi me de xeyidî, zêde aciz bû. Pirr qedr dida ked û xebata insanan.”

 

Hezar li ser şopa apê min in

Mam Zekî Şengalî bi qewlê Avaş, “ketibû dilê insanan” ne tenê di nav Êzîdiyan de jî, heçî ew nas kiriye, vê rastiyê dibêje. Mirov dikare bibêje ji bo Êzîdiyan şansek bû, Avaş li gorî naskirin û qeweta xwe  wiha qala vê sirra Mam Zekî dike: “Milet bi şehîdbûna wî zehf êşiya. Dema kurê wî şehîd ket sala 1992´yan, got, divê kesek ji we negirî, ez nebînim kesek ji we bigirî.´ Nehişt. Piştî şehadeta wî jî kurapê wî jî çû çeka wî hilda. Malbat ji Zekî Şengalî cesaret digirt. Barê me bi şehadeta wî re gelekî giran bû. Mîrasa wî ji me re hiştî, zor e. Şengaliyan, gava ev qetlîam hate serê wan, nizanîbûn, bibêjin ´PKK´. Nizanîbûn, heta hinan digot ´PPK´ yan tiştekî din. Nîzanîbûn çi ne. Niha belkî bi hezaran şervanên YBŞ û YJŞ li ser şopa apê min in.”