Tecrîda li ser Birêz Ocalan, kete sala 14an, tecrîda reş jî di sal û 3 mehan de bi dijwarî berdewam dike.
***
Divê Komploya navneteweyî di nava Kurdan de nebe serpêhatî û bîranîn.
9'ê Cotmeha 1998'an, di têkoşîna gelê Kurd de qonaxek dîrokî, guhertinî û xwe naskirinê ye. Xwenaskirin di têkoşînên neteweyî de giring e. Dîrok dubare bû, guhertinê ezberê Kurdan xerab kir; lê xwenaskirinê, gelê Kurd ji xewa dîrokê jî şiyar kir.
Xewa dîrokî, di şerê yekemîn yê cîhanê de dest pê kir û heta komploya navneteweyî berdewam kir. Xewa dîrokî, tê wateya mirina bi saxî. Desthiladariya AKPê, niha dixwaze ku vê mirinê raseletî gelê Kurd bike. Mixabin, ew birîna mûmarî ya gelê Kurd, ku wek xeta xiyanetê û kesên hevsarkirî tê naskirin, car din der kiriye.
Lewamatêgihiştin û fêm kirina komplo giring e. Bi vê mebestê, dive komplo nekevê çarçoveya bîranîn, serpêhatî û çîrokan de. Zindî ye û berdewam dike, wek qotikê bedena gelê Kurd dikurisîne, ji bo çikandina çavkaniya jiyana gelê Kurd jî, di nava tevgerek xurt û bê exlak de ye.
Komploya ku bi gladio ya NATO dets pê kir, îro bi çeteyên AKP'ê û Fetullah berdewam dike. Piştî 13 salan, komplo ketiye qonaxeke din. Sîstema hegemonik, di çarçoveya planên sed salî û Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de, dixwaze ku car din gelê Kurd bike qurban.
Ligel komplo, şerê psîkolojîk jî, bi dek û dolaban, her roj rengê xwe diguhere.
Lê divê werê zanîn ku, dizaynkirina nû ya Rojhilata Navîn, mina destpêka şerê yekemîn yê cîhanê û kuştina welîahtê Awusturya ye. Dîlgirtina Ocalan jî ew destpêk e.
Ocalan, weke kilîda destpêkirina Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn hate dîtin. Encama vî şerê ku di di şexsê Suriye de, wek “blokan” derketiye pêş, dide xuya kirin ku herêm ji wêranî û xerab kirinek tofanî xelas nabe.
Ev şerê ku li herêmê ber bi şerekî mezhebî jî diçe, wê sed salî û bi pirsgirêkên kûr berdewam bike. Hêzên Global, Ocalan û Haraketa Azadiya Kurd, li pêşiya xwe asteng dîtin û di şexsê Ocalan de komplo, bi armanca stratejîk kirin partîkê. Ji ber ku planê hêzên global, ji ya dema şerê yekmîn berfirehtir e.
Îro, şerê sêyemîn yê cîhanê, li Rojhilata Navîn kûr dibe û dikare berfirehtir û germtir jî bibe.
Hêzên hegemonîc, bi komplo û radestkirina Ocalan ya Tirkiyê, Tirkiye jî stabilize kirin. AKPe ji bo vê stabilize kirinê derxistin pêş. Herçiqasî Tirkiye li ber maka xwe zêde zêde bilîze û wek hêzeke herêmî tevbigere jî, di tara bjingê de dîl hatiye giritn û bi pirsgirêka Kurd re kilît bûye. Ne dikare çareser bike û ne dikare demokratîk bibe. Di demên dawî de, endametiya YE jî paşket û kete pêvajoyeke tarî de.
Komplo li dijî huquqê navneteweyî ye, lê fermiyeta cîhanê huquq û exlaq, nirx û pîroziyan jî li gorî siyaseta bazirganî amade dike. Bi vê mebestê, bêdengiya DMME û CPT jî, li hemberî tecrîda li Imralî bêdeng in.
Siyaseta bazirganî, di şerê yekemîn yê cîhanê de, Kurd wek qoz di destên xwe de hiştin, Di şerê duyemîn de jî, Filsîtînî wek qoz di destên xwe de hiştin. Fermana komplo û dîlgirtina Ocalan, dide xuya kirin ku siyaseta bazirganî, lîstika li ser gelê Kurd hîna didomîne û naxwaze ji destên xwe berbide. Başûr jî, wek herêma tarmplênê û hevsarkirina Kurdan bi “ribek azadî” xelatgîr kirine. Kurd, li Başûr jî, li bakur jî, ji bo berjewendiyên rojane, pragmatîzma egoîst û nostaljiya enteklektueliyê amade ne.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku efsaneya Promethaus di şexsê Ocalan de û li dijî gelê Kurd hate pêkanîn. Kurd layiqî agirê azadiyê ne hatin dîtin û Ocalan jî, weke Promethausê hemdemî, di Imralî de, li pêşberî kûlabên faşîzma AKPê, zincîr û lele kirin.
Lewma pêdivî, bi pênûsên wek şûr ku dikaribin ideolojiya Friedrich Nietzsche bipaêrzin heye.
Naxwe, Kurd wê trajediya xiristiyanên di arena Roma de bûne xwarina şêran bijîn. Roboskî yek mînak e.
Destpêka şerê sêyemîn: Komplo