Weşanxaneya Peywendê pirtûka bi navê “Destpêkek Ji Bo Felsefeyê” weşandiye. Akademisyen Îbrahîm Borî pirtûk nivîsandiye.

“Felsefe çi ye? Felsefeyê li ku û kengî dest pê kiriye?”. Di metnên bingehîn ên li ser felsefeyê de ev pirs weke pirseke sereke tê pirsîn û di metnan de li ser bersivên vê pirsê zanyarî û nirxandin tê dayîn.

Pirtûka bi navê “Destpêkek Ji Bo Felsefeyê” ya ji hêla Weşanxaneya Peywendê ve bi zimanê Kurdî hatiye çapkirin jî bi van pirsan dest pê kiriye.

Nivîskarê pirtûkê akademisyen Îbrahîm Bor e. Pirtûk ji sê beşan pêk hatiye ku di beşa yekem de behsa zanînnasî ango epistemolojiyê, di ya duyem de behsa hebûnnasî ango ontolojiyê, di beşa sêyem de jî behsa sincnasî ango etîkê kiriye.

Her beş jî di nava xwe de ji hin beşan pêk hatiye û li ser nihêrîna fîlozofan a derbarê van her sê mijaran de zanyariyan didin.

Di pirtûkê de nihêrînên Platon, Aristoteles, Sokrates, Pisagor, Spinoza yên derbarê van her sê sernavan de hene.

Dîsa Descartes, Spinoza, Leibnez, J. S. Miil, Kant, Hegel, Karl Marx û fîlozofên serdema nû ji hêla nivîskarî ve di pirtûkê de hatine bicîkirin.

Nivîskar wekî din behsa kesên weke Farabî, İbn Sîna, Îbn Ruşd jî kiriye weke çend kesên felsefeya Îslamê bi pêş xistine.

Nivîskarî di pirtûkê de diyar kiriye ku ji ber çi wî derketina felsefeyê ji Yewnanîstanê daye destpêkirin. Îbrahîm Borî ev helwesta xwe bi gotina Hegelî dide nîşandan; “Li gor dîtina Rojava, felsefe wek zanîneke taybet û herî bi rûmet e. (…) Li gor Hegel ev helwêst tenê ji bo ruhekî azad û bilind guncav e ku ev ruh tenê di Yewnanê de derketiye holê û di civaka Rojhilat (bêhtir jî li Hindê) de derneketiye holê û wê tu carî jî dernekeve”.

Bor kî ye?

Doktoraya xwe li Zanîngeha Enqereyê, li ser “Kelam-i İlahi” kiriye (2007). Ji bo Post Doktorayê di salên 2009 û 2010an de li Meliktiya Yekbûyî, li Zanîngeha Exeterê lêkolinên xwe domandine. Ji 2009´an ve li Zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Felsefeyê de weke hîndekar dixebite. Xebatên xwe bêhtir li ser etîk, zanînnasî, felsefeya dîrokê, felsefeya dîn, felsefeya ziman dimeşîne. Ji sala 2017an ve li Zanîngeha Indiana Bloomingotonê weke hîndekarê lêkolîner xebatên xwe didomîne.