
Wê çenda hanê pirtûka helbestkar Îrfan Amîda ya bi navê ´Qonaxeke Modernîzma Kurdî- Helbesta Tîrêjê´ ji weşanxaneya Lîsê derçû. Îrfan Amîda di pirtûka xwe de qala kovara Tîrêjê û tesîra wê ya li ser helbesta Kurdî dike û helbestên Tîrêjê di helbesta Kurdî de wekî ekolekê bi nav dike. Helbestkar û lêkolîner Îrfan Amîda li ser vê ekolê dibîje, “Helbesta Tîrêjê helwesteke dekolonyalî ye û li gorî estetîka marksîzmê dirûv girtiye. Ji ber vê yekê jî ew hîmên hevpar ên kovarê wê dike tradîsyonek, dike ekolek.”
4 hejmarên kovarê derçûn
Kovara Tîrêjê sala 1979’an dest bi weşana xwe kiriye û di Komara Tirkiyeyê de yekem kovar e ku xwerû bi Kurdî ye û bi du zaravayên Kurdî; Kurmancî û Zazakî weşana xwe kiriye. Kovar bi giştî 4 hejmar hatiye weşandin, 3 hejmarên wê li Îzmîrê û piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’yî, berê xwe dide dîasporayê û hejmara wê ya çarem jî li Stockholmê tê weşandin û bi vê hejmarê re êdî weşana kovarê radiweste. Di kovarê de wê demê kesên wek Rojen Barnas, Arjen Arî, Berken Bereh, Malmîsanîj, Tosinê Reşîd, Mem Ronga û gelek kesên din helbest nivîsandine. Di 4 hejmarên kovarê de bi giştî 38 helbest hatine weşandin. Her wiha di wan şert û mercên wê demê de, her hejmareke kovarê wek tîraj 5 hezar hatine çapkirin.
Li ser asasên sosyalîstî û marksîzmê tevgeriyaye
Bi piranî Kovara Tîrêjê bi hêla xwe yî çand û hunerî liviyaye. Wê demê armanca derçûna wê, xwedîderketina li çanda Kurdî ye. Xet an jî nêrîna kovarê li ser asasên sosyalîstî û marksîzmê ye, ku ev di hin gotarên wê de xwe didin der. Nêzîkatiya kovarê ya li çanda netewî nêzîkatiyeke bîrdoziyî ye, lew kovar çandê dike du beş; çanda çînên serdest û çanda bindest. Û di vê baregehê de bi sekna xwe ew çanda serdestan wek çandeke paşverû û ya bindestan jî wek a proleter ango enternasyonal dibîne.
Hêdî heta demeke dûr û dirêj tê jibîrkirin
Piştî weşandina kovarê radiweste, ew bizava wê yî çar hejmarî ku niha pêleke xurt li helbesta Kurdî xistiye jî hêdî hêdî heta demeke dûr û dirêj tê jibîrkirin. Lew, derbara hewldana vê kovarê de heta niha tu xebat an jî lêkolîn nehatibûn kirin. Li 2’yemîn Pêşangeha Pirtûkan a Amedê em li standa Weşanxaneya Lîsê rastî pirtûkeke lêkolîniyî ya bi navê “Qonaxeke Modernîzma Kurdî ya Helbesta Tîrêjê” hatin, ku ev xebat ji aliyê helbestkar û lêkolîner Îrfan Amîda yê ku ji Nifşê Rewşenê ye hatin û me ji Amîda mebesta xebata wî ya arasteyî Kovara Tîrêjê pirsî.
Amîda diyar kir ku di edebiyata Kurdî de yek ji qonax an jî tradîsyonên wenda ên yekser rihê wê nehatiye zevtkirin Qonaxa Tîrêjê ye û wiha got: “Ji ber çi ez wek tradîsyon bi nav dikim, çima min xebateke wisa li ser kir? A rast wek edebiyata Kurdî an jî çîroka Kurdî, wek zimanekî, wek tevgera jiyana wî zimanî, wek çîroka Kurdan, wek dîroka Kurdan qetqetî ye, derblêxistî ye, derbxwariye. Ji ber vê yeke jî dibe ev lêkolîn bên kirin li ser edebiyata Kurdî, li ser zimanê Kurdî. Tîrêj jî yek ji wan qonaxan e.”
Kovara xwerû bi Kurdî bû
Amîda da zanîn ku Tîrêj beriya her tiştî hevgirtiye û got, di edebiyata Kurdî de wek ekolekê an jî wek tradîsyonekê derdikeve pêş û wiha axivî: “Ji ber çi? Lew Tîrêj yekem kovara xwerû bi Kurdî ye di Komara Tirkiyeyê de. Beriya 79’an heta 80’î ku, piştî 12 îlonê bi awayekî jiyana wê jî bi awayekî emirqutî bûye. Çawa siyaset di nav Kurdan û Kurdistanê de geş bûye, piştî siyasetekê bi awayekî diyakronîk edebiyat, nivîs jî dest pê kiriye û Tirêj çap bûye.”
‘Tîrêj wek pirsgirêkeke bûneweriyê li edebiyatê dinihêre’
Amîda da zanîn ku taybetmendî û hin aliyên Tîrêjê yên hevpar ên wê ji gelek qonaxên din cihê dike hene û got, “Çi ne ew taybetî û hîmên hevpar? Rasterast netewperwerî ye, wekî hebûnekê, wek pirsgirêkeke bûneweriyê li edebiyatê dinêre, li zimên dinêre, li Kurdî dinêre. Alîyekî wê yê girîng jî li gor min dekolonyal e. Helbesta Tîrêjê helwesteke dekolonyalî ye û hinekî li gorî konjukturê, li gorî estetîka marksîzmê jî dirûv girtiye. Ji ber vê yeke jî ew hîmên hevpar ên kovarê wê dike tradîsyonek, dike ekolek. Û bi awayekî ji dîroka Kurdistanê, ji dîroka edebiyata Kurdî ji hev vediqetîne, dixe cihekî taybet. Li gel vêya, mixabin salên ku dest bi weşana xwe kiriye û paşê jî 12 îlonê, gelekî sergirtî maye, gelekî wenda maye. Min hewl da ez hinekî berbiçav û dîtbar bikim.”
DÎHA/AMED