Taner A. ji wan kesan e ku li Dusseldorfê bi roniya şîn a li ser erebeya xwe ya Porsche çûbû pêşiya serokwezîrê Tirk Binali Yildirim û paşê jî wezîrê karê derve yê Mevlut Çavuşoglu dîtibû. Ew ji serekçeteyên Osmanen Germenia ye. Osmanen Germania çeteyek e ku bi gefxwarinê pereyan ji xelkê distîne, qaçaxçîtiya mirovan dike. Têkiliya wê bi lobiya dewleta Tirk a ku nêzî AKP´ê UID´ê (Yekîtiya Demokratên Înternasyonal; berê jî UETD) re jî gelek e. Di asta rêveberiyê de têkiliyên UID û Osmanen Germania bi Erdogan re derketibûn holê, ka çawa qismî bi darê zorê xelkê organîze bikin û ji bo daxwaza Erdogan li Elmanyayê bi kar bînin. Di nûçeyên Stuttgarter Nachrichtenê yên sala 2017 û 2018´an de têkiliyên vê rêxisitina lobiyê beriya wê jî partiya ku bi heman karî radibû ADD (Hevgirtina Demokratên Elman) û Osmanen Germania bi tevgereke berfireh a neqilkirina neqanûnî ya pereyan re hebû. Û ev hemû jî ji dewleta Tirk re dişixulin.
Destûbiratiya çeteyan û dewleta Tirk