1'emîn rûniştina doza 36 jê girtî 44 rojnamegerên Kurd ên di 20'ê kanûna 2011'an hatin binçavkirin û girtin li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doh pêkz hat. Di rûniştinê de rojnamegerên girtî û yên serbest, parêzer û malbatên wan amade bûn. Piştî nîvro bi xwendina nasnameyan rûniştinê berdewam kir. Girtî bi gotina "Ez li virim bersîvê dan heyetê. Parêzerên rojnamegeran Baran Dogan diyar kir ku bi hêjmara 6352'an Dadgeha Bi Rayeya Taybet erk ji destê wan girtiye û ev yek li dijî rêgeza darizandina edalet û wekheviyê ye. Dogan, anî ziman ku ev darizandin ne rewa û zagonî ye û wiha got: "Li ser navê daraz û darizandina adîlane, dadgehên li dijî darizandina adilane tên avakirin. Ev jî xuya dike ku li vir darizandina adîlane nayê kirin. Ev çawa darizandina adîlane ye?"
Dogan, da zanîn ku ji bo darizandina adîlane lazim e dadger û dozger fermanê negirin û serbixwe bin û wiha got: "Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn, rojnameger, hunermend, siyasetmedaran tevean dike hedef. Muwekilê min piştî van axaftinan hate girtin. Şahîn serokê rêxistina polîsan e. Yê operasyone pêk tine li ser fermana Şahîn tev digere. Pir xuya ye ku polîs dinivîsin û Şahin jî erê dike. Serokwezîr got "Me ji dadger û dozgeran re tiştên hewce got. Dê tiştê ji bo darazê lazim bike. German û talîmat li holê ye. Ferman pir aşkere tên dayîn. Emîr pir aşkere dikevin meriyetê. Em dibêjin Kurd tên darizandin. Lê dadger dibêjin tiştekî wisa tune. Ger ku ne wisa be çima ji destpêka sazûmankariya PKK'ê ya sala 1978'an dest pê dike. Ya tê darizandin çapemeniya Kurd e. Hikûmet dixwaze her kesî bêdeng bike. Dixwaze civakê bê guh û çav bihêle. Li gorî xala 10'an a makeqeqanûnê darizandina adîlane tê îhlalkirin. Ev li dijî xala 138'an a Zagona Ceza ye."

Werger xwestin
Piştre rojnameger Ertuş Bozkurt jî rabû ser piyan û mafê axaftinê girt. Serokê Heyeta Dadgehê pirsa "Hûn dê bi Kurdî biaxivin?" pirsî. Bozkurt, jî sersîva "Erê bi Kurdî" da. Seroke heyetê dîsa daxwaza Bozkurt bersivand û got: "Ger ku hûn bi Kurdî biaxivin em çima mafê axaftinê didin we."
Rojnameger Yuksel Genç jî bersîv da Serokê heyetê û got: "Axaftina bi zimanê zikmakî wekî dan û stendina bêhnê ye. Hûn qet rastî 'Ez dikarim bêhnê bistînim?' hatin?"  Genç, xwest mafê wan ê parastina Kurdî bê qebûl kirin û ji bo wergerê tercûman bê temînkirin.

DÎHA/STENBOL