Piştî li ser îfadeya şahidan gora komî hate dîtin û malbatan serî li şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Wanê dan; 15 malbatan bi rêya parêzerên xwe ji bo ku gora komî bê vedan, serî li dozgeriya komarê ya Şaxa Wanê dan. Malbatan xest nasnameya cenazeyan bê diyarkirin û testa DNA'yê bê kirin. Lê li ser serlêdana malbatan Dozgeriya Komarê di 20'ê Îlonêde nivîsek ji parêzerên malbatan re şand û diyar kir ku serlêdana wan hatiye redkirin. Dozgeriyê, bi hinceta ku ji ber lêpirsîna ji bo dîtina berpirsyaran beriya 13 salan hatiye vekirin didome red kir.
Piştî dozgeriyê daxwaza malbatan red kir, parêzerê malbatan û endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroya Wanê Hesîn Dursun, anî ziman ku lêpirsîna ku dozgeriyê dest pê kiriye û serlêdanên me ji hev cûda ne. Dursun, destnîşan kir ku lêpirsîna ku dozgeriyê der barê bûyera sala 1998'an de dest pê kiriye ji bo dîtina berpirsyarên bûyerê ye, lê daxwaza wan ji bo tespîtkirina nasnameyan e. Dursun, anî ziman ku di gorê de cenazeyên gelek kesan hene û ji bo malbat bizanibe kijan cenaze aydî kêye xwestine testa DNA'ê bê kirin. Dursun, bilêv kir ku ji bo ji bo malbat karibe cenazeyê xwe bigire wan serî li dozgeriyê dan û wiha got: "Me xwestibû ku nasnameyên endamen PKK'ê bên tespitkirin ku malbat karibin cenazeyên xwe wergirin. Lê dozgeriyê bi sedemên cuda daxwazame red kir. Dotgeriyê got lêpirsîna me ya der barê pêkanîna bûyerê de didome û pêdivî bi tespîta nasnameyan tune. Daxwaza me û mijara lêpirsina dozgeriyê ji hev cûda ne."

Malbat gora wan dixwazin 
Dursun, bertek nîşanî bersîva dozgeriyê da û diyar kir malbat dixwazin nasnameyên wan bên tespîtkirin û li ser gorên cenazeyên xwe şînê bigirin. Malbat dixwazin gora zarokên wan hebin û li ser duayan bikin. Ev ne tenê mijarek hiqûqî ye. Her wiha mijarek wicdanî ye jî. Ji bo em biryara dozgeriyê îtîraz bikin, em dê serî li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê bidin. Dursun, piştî me serî Dadgeha Cezayê Giran a Erdişê da, em dê li gorî encama biryara dadgehê tev bigerin. Ger ku Dadgeha Erdîşê jî red bike, em dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin.

Li gorî şahidên bûyerê; li gundê Gorendeşta Şaxê 28 endamên PKK'ê di sala 1998'an de jiyana xwe ji dest dabûn û bi komî hatibûn definkirin. Di cotmeha 1998'an de 28 endamên PKK'ê û 14 cerdevan bi helîkopterên kobrayê hatin gulebarandin û kuştin. Leşkeran piştî bûyerê cenazeyên 28 endamên PKK'ê li ser hev kom kirin û şewitandin. Leşkeran beriya ku cenazeyan bişewitîne serê endamekî PKK'ê jêkirin û pişt re şewitandin.

DÎHA/WAN