1’ê Îlonê li paytexta Iraqê Bexdayê û çend bajarên din ên Iraqê li dijî gendelî û bê kariyê xwepêşandanan destpê kir. Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Hundirîn a Iraqê di xwepêşandanan de 104 kes hatin kuştin û 6 hezar û 107 kes jî birîndar bûn. Herwiha 51 avahî û 8 ofîsên partiyên siyasî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin şewitandin. Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih têkildarî xwepêşandanan doh peyamek pêşkêşî gelên Iraqê kir. Di peyamê de wiha tê gotin; “Di nava çend rojên borî de çend bûyerên bi êş me dîtin. Dengê dilêr gelê me hate bîhistin. Weke pêwîstiyekê daketin qadan. Ji bo bi destxistina pêşkeftinek rasteqîn, paşerojek zelal û bi destxistina mafên xwe. Di nava bûyeran de  aştîxwaz, hêzên ewlehiyê û rojnamevan bi guleyan bûn hedef û ev ne cihê qebûl kirinê ye. Ji ber  ku li Iraqê me soz daye em demokrasî, mafan û serbestiyê biparêzin. Em ê van hemûyan bi destûr û hukmê gel biparêzin. Weke Serokkomar dubare dikim, pêwîst e ku hêzên ewlekariyê hemû, parastina gel, maf, çarenûsan bikin. Baweriya me bi gelê me heye.”

 

ROJNEWS/BEXDA