Cîgirê serokê Amerîkayê Joe Biden got ku tu gumanê wan tunene ku ne rejîma Beşar Esed çekên kîmyewî li dijî sivlîlan li Xutaya Şamê bikar aniye. Biden got ku berpirsiya vê êrîşa hovane dikeve ser milê hikûmeta Sûriyeyê û divê ku ew li ser vê karê hovane were cezakirin.

Di heman demê de guftûgoyên di navbera serokê Amerîkayê Barack Obama û Serokwezîrê Ingilîstanê David Kameron jî li ser mijara destwerdana leşkerî zêde bûne.
Biden di axaftineke xwe ya ji şervanên kevin ên Amerîkayê re got ku bê guman berpirsê vê êrîşa kîmyewî ya hovane ku li dijî sivîlan pêk hat rejîma Sûriyeyê ye. Di berdewamiya axaftina xwe de Biden got ku ew kesên van çekan bikartînin û dibin sedema kuştina xelkên bêguneh û zarokan divê werin cezakirin. 


Rewşa rejîmê
Li gorî agahiyan ji dema êrîşa kîmyewî li ser xutaya Şamê ev cara duyemîne ku Obama li Kameron digere. Hêjayî gotinê ye ku beriya demekê Qesra Spî dabû xuyakirin ku ew tu operasyonên leşkerî ji bo rûxandina rejîma Esed nakin. Her wiha berdevkê Qesra Spî jay carney gotibû ku bijarekên ew niha li ser guftûgoyan dikin ne ji bo guhertina rejîma Sûriyeyê ye. Lê ew bêtir operasyoneke cezakirinê ye ya ji bo bikaranîna çekên kîmyewî.
Piştî van daxuyaniyan Amerîkayê dabû xuyakirin ku ew amade ne ji bo destwerdaneke leşkerî pêk bînin lê di vê derbarê de hîna Ingilîstanê gotina xwe ya dawî negotiye. Serokwezîrê Ingilîstan Davîd Kameron beriya niha dabû xuyakirin ku dinya êdî divê wiha bêdeng nemîne li hember bikaranîna çekên kîmyewî. Lê Ingilîstanê jî ji bo civîneke awarte bang li parlamentoya xwe kiribû ku ji bo bijkareke destwerdaneke leşkerî were guftûgokirin divê ew ji betlaneya xwe vegerin û li Palamentoyê bicivin.  Ji aliyekî din ve Fransayê jî berê amadebûna xwe ji bo tevlêbûna destwerdaneke leşkerî li dijî Sûriyeyê dabû xuyakirin. Ji aliyekî di ve hikûmeta Sûriyeyê heta niha nûçeyên derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji alî rejîmê ve red dike û tewanbariya vê êrîşa hovane davêje ser komên muxalefeta çekdar. Li gorî hikûmeta Sûriyeyê ew êrîş ji alî komên çekdar ve hate kirin da ku Amerîka û welatên Rojava vê yekê wekî behane bikar bînin ji bo destwerdana welatê wan bikin.  Ji aliyekî din ve jî şandeya navnetewî ya ji bo lêkolîna çekên kîmyewî hê jî li Şamê lêkolînên xwe berdewam dike û hê jî encamên vê lêkolînê aşkera nekirine.

  WASHÎNGTON/ŞAM




Şandeya NY’ê lêkolîn dike

Lêkolînerên çekên kîmyewî yên Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî taloqkirina rojekê ji bo jinûve dest bi lêkolînên xwe yên li paytexta Sûriye Şamê bikin, ketin ser rê.
Xebatên komkirina delîlan ên heyeta NY, roja Sêşemê ji ber sedemên ewlekariyê hatibû taloqkirin.
Konvoya heyetê, ji bo lêkolînkirina îdîayên bikaranîna çekên kîmyewî roja Duşemê dema diçû herêm Xûta ya li Rojhilatê Şamê, rastî êrîşa sekvanan hatibû.
Heyeteke duyemîn, di êvara heman rojê de li herêma Eş Şamê lêkolîn pêkanî bû.
Hat îdîakirin ku roja 21’ê Tebaxê di êrîşa li hemberî herêma Eş Şam a di bin kontrola mûlaxîfan de ye, çeka kîmyewî hatiye bikaranîn. Der barê êrîşa bi çekên kîmyewî de ku tê îdîakirin bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, rejîma Şamê û mûxalîfan hevdu tawanbar kirin. Neteweyên Yekbûyî jî ji bo lêkolînkirina îdîayan, heyetek ji pisporên çekên kîmyewî wezîfedar kiribû.