Peşmergeyê bi navê Rêbaz Omer Mahmûd ji bo rizgarkirina Şengalê kêfxweşiya xwe îfade kir û got: “Ez destpêkê destxweşiyê dikim li tevahiya hêzên Kurd ên di rizgarkirina Şengalê de cih girtî. Dîsa rizgarkirina Şengalê li gelê me yê Êzidî jî pîroz dikim. Ez destpêkê sipasiya xwe li hêzên PKK dikim. Ji ber ku ji destpêkê heya niha li Şengalê şer kirin û bi roleke pirr mezin rabûn. Pêwîst e ku gelê Kurd şanazî pê bike ku îro hezekê wan ê leşkerî heye û li her devera Kurdistanê dibe yek û li hember dijmin şer dide meşandin.''

Pêşmergeyekî din ê bi navê Serdar jî rizgarkirina Şengalê li gelê şengalê pîroz kir û got,''bi rastî jî ez pirr pê kêfxweş im ku bajarê Şengalê ji destê DAIŞ’ê rizgar bû. Wek peşmergeyekî em gelekî pê aciz bûn ku ev komkujî hat serê gelê me yê Şengalê. Em bi taybet peşmerge û hevalên PKK’ê ji bo vê serkeftinê pîroz dikin.

Pêşmergeyê binavê Luqman Azîz Mecîd jî got: ''Ez jî ji bereya şer vê serkeftina ku  bidestxistî li hemî gelê Kurd û li xelkê me yê Şengalê pîroz dikim. Di heman demê de peşmerge û gerîlayan jî pîroz dikim'' 


 KERKÛK