Girtiyên li Hepsa Tîpa H a Bûrsayê, diyar kir ku heta tecrîd bi dawî nebe, ew ê çalakiya xwe a greva birçîbûnê dewam bikin: “Divê gelê me êdî dev ji vê bêdengiyê berde û berdêlên di vê rêyê de hatine dayîn, ji bîr neke.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD´ê Leyla Guven a ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di roja 105’an de didome. Her wiha bi heman daxwazê li gelek girtîgehan jî çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û nedorveger jî ji 16’ê Kanûna 2018’an ve didome. Girtiyên li Hepsa Tîpa H a Bûrsayê di greva birçîbûnê de ne, destnîşan kir ku heta tecrîd bi dawî nebe çalakiya wan wê dewam bike.

Şert bidawîbûna tecrîdê ye  

Sînan Gokçe yê ku ji 16’ê Çileyê 2019’an ve di greva birçîbûnê de ye, diyar kir ku cara ewil e ku ew ketiye greveke birçîbûnê û got, “Di hiqûqê de herkes wekhev e. Eger tecrîd bi dawî bibe û muzakere dest pê bikin, ez ê dev ji greva birçîbûnê berdim. Mirov bi aştiyê dikarin bi hev re bijîn.”

Mehmet Yalçinkaya ku ji 28’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye jî got, “Cihgirtina di vê pêvajoyê de ji bo min cihê hebûneke nû ye. Pêşenga vê pêvajoyê jî Leyla Guven e. Afirînerê jiyana azad Serok e. Ji bo tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, ez jî tev li greva birçîbûnê bûm. Ji ber jiyaneke bêyî rêber qebûl nakim, min di vê pêvajoyê de cih girt.”

Canê me bila fedayî gelê me be

Yalçinkaya, anî ziman ku heta tecrda li Îmraliyê bi dawî nebe wê çalakiya wan dewam bike û got, “Ez jî dixwazim bêjim; ji bo jiyaneke azad û yekîtiya gelan, ez ji mirinê natirsim. Heger canekî min hebe bila ew jî fedayê gelê me be.”

Mehmet Şîrîn Baycû ku ji 28’ê Kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye got, “Tecrîd sûc e. Tecrîda li Îmraliyê, tecrîdkirina gelê me û hemû gelan e. Ji bo ev tecrîd bi dawî bibe, ji bo aştî, demokrasî, wekhevî çêbe ketim greva birçîbûnê. Bi vê tecrîdê re hemû gelên aştîxwaz, demokrasîxwaz tên tecrîdkirin. Divê hemû kesên ji xwe re dibêjin em mirov in, eniya demokrasiyê ava bikin û li dijî vê derkevin. Divê êdî gelê me dev ji vê bêdengiyê berde û kesên di vê rêyê de berdêl dane ji bîr neke. Divê di vê pêvajoya dîrokî de cihê xwe bigire.”

 

  MA / STENBOL