Zêdebûna zextên li Kurdên li Fransayê ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka û rêxistinên siyasî ve hate şermezarkirin.

Nûnerên saziyên li ber avahiya Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê ku 9’ê Çileya 2013’an sê jinên Kurd ên şoreşger lê hatin qetilkirin li hev kom bûn.

Bi çalakiyê, zextên li dijî Kurdan hatin şermezarkirin ku piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves le Drian a li Tirkiyeyê zêde bûn. Gelek aktîvîst, siyasetvan û sendîkavanên Fransî jî beşdarî protestoyê bûn. Berdevkê CDK-F’ê Agit Polat cihê protestoyê axivî û bi bîr xist ku Çavûşoglû kêfxweşiya xwe ya ji ber zextên rayedarên Fransayê aniye ziman. Her wiha Polat got ew spasiya kolektîfa ji gelek rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û sendîkayan dikin ku bi vê mîtîngê piştevaniya xwe ya ji bo Kurdan nîşan dane.

Ji bo çend peymanên bazirganiyê

Qisekerê bi navê kolektîfê axivî diyar kir, dostaniya navbera gelan nabe ku pêşkêşî çend peymanên bazirganiyê bê kirin.

Qisekeran bang li rayedarên Fransayê kirin ku dest ji lêpirsînên li dijî aktîvîstên Kurd berdin û PKK’ê jî weke yek ji aktorên siyasî yên pêşeng ên Rojhilata Navîn bi rengekî rewa nas bike.

Kolektîfê diyar kir ku ew ji hikumeta Fransayê li benda daxuyaniyeke derbarê mijarê ye û mîtîng bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.

 

PARÎS