Ocalan: Pêwîstî bi afirandina şaredariya demokratîk a di çarçoveya avakirin, afirînerî û hilberînê de heye. HDP di vê mijarê de pêwîst e ku bi rola katalîzor rabe. Hewce bi rêbazên têkoşîna sivîl ên bi hêza çandî, polîtîk, aqil û siyaseta danûstandinan a demokratîk heye.

Parêzerên buroya Hiqûqê ya Sedsalê 12’ê Hezîranê roja Çarşemê bi Rêber Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Girava Îmraliyê di çarçoveya mafên qanûnî de hevdîtineke pêk anîn. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê der barê hevdîtinê de daxuyaniyek da.

 

Li gorî daxuyaniya parêzeran Ocalan di hevdîtinê de îşaret bi van xalan kiriye:

“Bi navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê 12’ê Hezîranê roja Çarşemê me bi muwekîlê xwe Birêz Abdullah Ocalan re di çarçoveya mafên qanûnî de hevdîtineke berfireh pêk anî. Birêz Ocalan di vê hevdîtinê de beriya her tiştî spasiya çalakgerên greva birçîbûnê û rojiya mirinê kir û silavên xwe ji wan re şand ku bi banga wî dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Nameya spasiyê ku ji bo wan nivîsî parve kir. Birêz Ocalan helwesta kes û saziyên ku di vê pêvajoyê de nêzîkatiya xwe nîşan dan gelekî hêja dît û silavên xwe ji wan re şand, spasiya wan kir.”

 

Hallaci Mansûr lêgerîna rastiyê berneda

Careke din destnîşan kir ku grev dikarin bên kirin lê belê divê weke rêbazeke bingehîn a têkoşînê neyê pejirandin. Ocalan, pozîsyona xwe ku weke siyaseta dide jiyîn pênase dike, li dijî mirinê weke parastina jiyanê bi nav kir û destnîşan kir ku ya esasî jiyan û têkoşîna ji bo jiyandinê ye. Mînak da ku Hallaci Mansûr tevî mirina xwe ya trajîk jî dest ji lêgerîna li rastiyê berneda û bal kişand ser nirxê rastiyê yê jiyanê. Di vê çarçoveyê de diyar kir, li gel şert û mercên tê de ye wî jî ti carî dest ji lêgerîna li edalet, azadî û rastiyê bernedaye û wê dest jê bernede.

Birêz Ocalan çavdêriyên xwe yên der barê pirsgirêkên civakî û polîtîk û pêşniyarên xwe yên ji bo çareseriyê, mîna her carê di vê hevdîtinê de jî anî ziman. Me careke din dît ku di çarçoveya aştiya bi rûmet de di sekna çareseriya siyaseta demokratîk de israr dike. Destnîşan kir ku weke nîşaneyeke dîrokî; Tirk bêyî Kurd, Kurd jî bêyî Tirk nabe; dema ku li Mezopotamyayê Kurd qediya wê demê wê li Anatoliyê jî tiştekî bi navê Tirkîtiyê nemîne. Anî ziman ku hebûn û pêşketina Kurdan bi xurtbûna Tirkan ve xwedî heman wate ye û destnîşan kir ku divê li gorî vê rastiyê liv û tevger bê kirin.

 

Ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e

Ocalan diyar kir ku bi yekîtî û hevgirtinê wê li gelên Rojhilata Navîn pêşî li jiyana aştî û demokratîk veke. Me dît ku çareseriya destûra bingehîn û çareseriya demokratîk a di çarçoveya guhertinên qanûnî de dide pêş. Lewma anî ziman ku zîhniyet û veguherîna demokratîk bi tevlîbûna tevahiya civakê dibe.

Diyar kir ku ew di rêbaza heyî ya siyasetê de valahiyeke îdeolojîk û teorîk dibîne, nepêkane ku bi rêbaza malbatperestî, qebîleperestî û eşîrtiyê siyaseta rast bê kirin, ya esasî û çareserî siyaseta demokratîk e.

 

Polîtîkayên Tirkiye û Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne

Her wiha bal kişand ser nirxandina xwe ya beriya niha der barê Gandhî de kir û anî ziman, pêwîstî bi çareseriyên cuda yên afirîner heye.Pêwîstî bi afirandina rêbazên têkoşîna sivîl ên bi hêza çandî, polîtîk, aqil û siyaseta danûstandinan a demokratîk heye.Ancax çareseriya demokratîk di zemîneke wiha de dikare bê afirandin.Di mijara Sûriyeyê de jî işaret bi girîngiya feraseta siyasî ya xwedî hêza temsîlkirina yekparebûna Sûriyeyê kir û pêşniyara xwe ya demokrasiya herêmî ya ku bi destûra bingehînî hatiye misogerkirin dubare kir. Ragihand ku polîtîkayên hundir-derve yên Tirkiye û Sûriyeyê bi hev ve girêdayî ne, ketine nava hev û nabe ku ji hev cuda bên nirxandin.

 

Koledariya jinê gelek kûre

Mijarên; hesasiyeta jinan a di nava têkoşîna azadiya jinê, di vê mijarê de kuştina Ozgecan a li nava civakê, zarokên tên zewicandin û têkiliyên jin û mêr nirxand. Destnîşan kir, koledariya jinê ku ji serdema Neolîtîk ve panzdeh hezar sal in bi rengekî mutleq didome li genetîka civakî bi cih bûye. Diyar kir ku qetlîamên li dijî jinê encama heman zîhniyetê ne, lewma jin divê êrişên li dijî zayenda xwe weke êrişa li dijî xwe bibînin, bi vê têgihiştinê tevbigerin. Cînayetên jinan, pirsgirêkên civakî, aborî û sosyolojîk weke mijarên şoreşê nirxand û destnîşan kir, pirsgirêka zewicandina zarokan bi xwe hinceta deh şoreşan e. Nebûna siyaseta ku çareseriyê ji van pirsgirêkan re bibîne, weke mijara rexneyeke bingehîn destnîşan kir.

 

Divê HDP´ê bi rola katalîzor tevbigere

Di mijara çareseriya pirsgirêkên civakî de bal kişand ser pêwîstiya bi afirandina şaredariya demokratîk a di çarçoveya avakirin, afirînerî û hilberînê de û got, HDP di vê mijarê de pêwîste bi rola katalîzor tevbigere. Her wiha hin pirtûk û nivîskar nirxand, anî ziman ku sosyalîzm ji bo wî esas e, li dijî dogmatîzmê ew avakirinê pêk tîne, li dijî ferasetên reel sosyalîst ew nêrîna Rojhilata Navîn weke çareseriyê dibîne.”

 

Bi rêzdarî pêşkêşî raya giştî dikin

Peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji bo berxwedêrên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê jî wiha ye:

Hevrêyên hêja;

Helwesteke watedar û dîrokî dibînim ku we bi pêşniyara min dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anî. Vê yekê gelekî hêja dibînim û spas dikim.

Hêvî dikim ku bi taybetî hevrêyên ji can û dil pêvajoyê dibînin û his dikin, divê ji aliyê beden, mejî û ruhî ve li xwe miqate bin. Di çarçoveya dersên ku ji pêvajoya rexnekirin û xwerexnekirinê de hatine derxistin serketinê dixwazim.

Bi taybetî dixwazim diyar bikim, ev helwesta ku bi însiyatîfa şexsî hatiye nîşandan, divê weke helwesteke dewletê yan jî tawîzekê neyê dîtin. Lê belê bi hêvî û hîsên xwe bawer im ku wê encameke pozîtîf bi xwe re bîne. Hêvî dikim ku hûn ê ji niha û pê ve ji aliyê beden, ruhî û zîhnî ve li ser bingeha felsefeya bûneweriyê bi pêş ve biçin, silav û hezkirinên xwe yên domdar ji we re dişînim.”

 

ANF/STENBOL

 
 

‘Bijî Serok Apo’ ne sûc e

 

Dadgeha Elmanyayê ji bo ‘Bijî Serok Apo’ biryara beraatê da. Kurdistaniyên li Ewrûpayê, 18’ê Gulana 2018’an ji bo şehadeta Mam Zekî û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar bikin, li paytexta Elmanyayê Berlînê xwepêşandanek li dar xistibûn. Dozgeriya Elmanyayê bi hinceta ku di xwepêşandanê de Kurdistaniyan dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” berz kirine û alên YPG’ê rakirine, doz vekiribû.

Tevî îdaya dozgeriyê ku di çarçoya dirûşmeyên qedexe yên mîna “Bijî Serok Apo” de amadekiribû jî, dadgehê ev dirûşme weke “azadiya ramanê” nirxand û biryara beraatê da.

Du kes kiribûn binçavan

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê û Endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, 15’ê Tebaxa 2018’an di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de hatibû şehîdxistin. Lewre bi armanca şermezarkirina êrişê, li gelek bajarên Ewrûpayê meş û mîtîng pêk hatibûn. Lê belê dozgeriya Berlînê bi hinceta ku Kurdistaniyan dirûşmeyên qedexe yên weke “Bijî Serok Apo” berz kirine û û alên YPG’ê rakirine, du kes demeke kurt kiribûn binçavan.

 

ANF/BERLÎN