Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) derbarê provokasyonan de rejîma Îranê hişyar kir û got, “Heta Îran dev ji hewldanên xwe yên provokatîf bernede wê helwêsta me ya xweparastinê bidome.”
YRK´ê bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 5 mehan a operasyonên rejîma Îranê yên li dijî gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, hêzên wan di çarçoveya parastina rewa de bersiva her hewldaneke êrişê daye û hat gotin, îsal liv û tevgera balafirên keşfê yên Îranê li Rojhilatê Kurdistanê zêde bûye.
Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) li ser malpera fermî ya Komelgeha Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya 5 mehan a operasyonên hêzên rejîma Îranê li dijî gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê eşkere kir.
Di daxuyaniyê de tê gotin, gerîlayên wan timî hewl dane temaseke wan bi hêzên rejîma Îranê re çênebe, lê hêzên rejîma Îranê carinan di bejahî re bi rêya kemînvedanê, êrişan hewl daye êrişî gerîlayan bikin. Di encamê de şer qewimiye û gerîlayan jî di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva hêzên rejîmê daye.
Operasyonan dikin
Di heman daxuyaniyê de tê gotin, ji zivistana îsal ve gelek caran balafirên keşfê li ser çiyayên Rojhilatê Kurdistanê û sînorê Başûrê Kurdistanê geriyane.
Li gorî daxuyaniyê, bîlaçoya 5 mehan wiha ye;
“Dema di 24’ê Çileya 2019’an de gerîlayên me li zozanên gundê Gozîban ya herêma Şahoyê diçûn ser erka xwe, hêzên rejîma Îranê operasyon da destpêkirin û kemîn danî li pêşiya gerîlayên me. Li vir di navbera gerîlayên me û hêzên rejîmê de şer diqewime û hêzên me jî bersivê didin. Di encama şer de pasdarekî Îranê hate kuştin, 3 jî birîndar bûn.
11’ê Sibatê 3 gerîlayên me dema diçin ser erka xwe, li nêzî gundê Berbaran ê Geliyê Qasimlo, ku ser bi bajarê Şino yê girêdayî parêzgeha Urmiyê ye, li rastê hêzên rejîma Îranê yên derketine operasyonê, tên. Di encamê de şer di navbera gerîlayên me û hêzên rejîmê de rû dide. Gerîlayên me bêyî ku ti wendahiyeke wan çêbe, vedigerin cihê xwe. Lê têkildarî wendahiyên hêzên rejîmê ti agahiyeke zelal nehat bi dest xistin.”
Di daxuyniyê de hat gotin, rejîmê ji derveyî operasyonên bejahî, tevgera balafirên keşfê jî li Rojhilatê Kurdistanê zêde kiriye.
NAVENDA NÛÇEYAN