Rêxistina îstîxbaratê ya Awûstûryayê ragihand ku dewleta Tirk bi rêya civaka Tirk a li Awûstûryayê tevlî karê navxweyî yê wan dibe. Serokê rêxistina îstîxbaratê Gridling ji Tirkiyeyê xwest ku dev ji karên sîxurkirinê yên li welatê wan berde.
Nerazîbûn nîşanda
Krîza di nava rêveberiya Viyanayê û rejîma Enqereyê ku ev demeke didome derbasî qonaxeke nû bû. Di rapora sala 2017’an a Daîreya Têkoşîna li dijî Terorê û Parastina Destûra Bingehîn (BVT) de ku saziya îstîxbaratê ya Awûstûryayê ye, işaret bi nerazîbûna li karên dewleta Tirk hate kirin.
Tirkiye li pey mûxalifan e
Serokê BVT’ê Peter Gridling rapor eşkere kir û diyar kir, Enqere hewl dide bi rêya saziyên Tirk ên li Awûstûryayê bibe xwedî hêz. Gridling dest nîşan kir ku dewleta Tirk di serî de komele, civaka Tirk a li Awûstûryayê bi kar tîne û got, “Tirkiyeyê daye pey mûxalîfên siyasî yên li welatên me û hewl dide wan tespît bike.”
Serokê rêxistina îstîxbaratê da xuyakirin ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo sîxurkirina welatiyên ji Tirkiyeyê zêde bûne û ji Enqereyê xwest ku dawî li van hewldanên xwe bîne.
Zorê li gilet dikin
Gridling diyar kir ku welatiyên ji Tirkiyeyê dema diçin serdana Tirkiyeyê bi rêbazên îstîxbaratî tên şopandin û piştre zexta ‘Dema ku tu vegeriya Awûstûryayê tu yê ji bo me sîxuriyê bike’ li wan tê kirin. Gridling dest nîşan kir ku bi karên wiha re pêşî li ahengiya civaka Tirk a li Awûstûryayê tê girtin.
75 hatine kuştin
Gridling li ser karê DAÎŞ’ê yê li welatê wan jî agahî dan û got: “Heta niha ji welatê wan 313 kes tevlî DAÎŞ‘ê bûne, 94 ji van sala 2017’an vegeriyane û 75 jî di şer de mirine.
Wan rehabîlîte dikin
Serokê rêxistina îstîxbaratê da xuyakirin ku DAÎŞ‘iyên vegeriyane ji bo ewlekariya welatê wan metirsiyeke mezin e û ev agahî da: “Ji DAÎŞ‘iyên vegeriyan 32 jê li girtîgehê ne. Ji bo kesên ji rêxistina Îslamî ya tund veqetiyane karibin tevlî nava civakê bibin, me bernameyek amade kir û xiste meriyetê.”
ANF VIYANA