Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civina Koma BDP'ê ya li meclisê de axivî û helwesta hikûmetê ya li hemberî komkujiya Roboskiyê û siyasetmedarên kurd bi zimanekî tund rexne kir. Demîrtaş, anî ziman ku komkujiya Roboskiyê bûye pirsgirêka namûsê û heta hesab neyê dayîn wê çareserî pêk neyê.

Hevserokê Gişti yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, di civina Koma BDP'ê ya hefteyî de bûyerên rojevê nirxandin. Demîrtaş, biryara Dozgeriya Komarê ya Amedê ya der barê Komkujiya Roboskiyê de bi zimanekî tund rexne kir û wiha got: Piştî lêpirsîna 18 mehan gihiştin encamekê û gotin 'Em bê peyvir in' 18 mehin dozgerê dewletê lêkolîn kirin, lêkolîn kirin û gihiştin emcama bê peyvirê. Li gel ku zagon hatiye guhertin û gotiye sûçê leşkerî bike jî dadgehên sivîl peyvirdar in jî dîsa dosya teslîmî leşkeriyê dikin. Ev dozgerên ku vê lêpirsînê dimeşînin, Serokwezîr, Serfermandar û hemû rayedarên leşkerî berpirsiyarê ve komkujiyê ne. Em û hemû gelê me dizanin ku hûn berpirsiyarin. Gel ji xwe we wekî sûcdar û berpirsiyar bi nav dike. Ji Serokwezîr heta hemû fermandaran hûn berpirsiyarê komkujiyê ne. Hûn difikirin ku ser komkujiyê bigirin. Em ji 29'ê Kanûnê heta niha tev Roboskî ne. Ev çi şerm û bêrûtî ye ku dixwazin ser Roboskiyê bigirin. Dozgerên ku komkujiya Robosiyê dişopînin 18 mehin lêpirsînê dikin û niha dibêjin em bê peyvir in. Ev çi şerm û rezaletî ye."

Malbatên ji Roboskiyê ceza kirin
Demîrtaş, cezayên li malbatan jî hat birîn rexne kir û wiha berdewam kir: "Dozger û leşkeriya herêmê tevî vê yekê  malbatên Roboskiyê yek bi yek tehdit dikin. Niha jî ji bo di 500'emîn rojê de malbatan qurnefil danîne cihê bûyerê bi hinceta "Sînor îhlal kirine" ji bo her malê 3 hezar tl ceza birîn. Li wir sînor tune ji xwe. Hûnê li aliyekî gel qetil bikin zarokan qetil bikin, lêpirsînê nekin, li aliyê din hûnê li malbatan ceza bibin. Hûnê bi vê ferasetê çawa siyasetê bikin. Ev rûreşî ye. Leşker, dozger û hemû rayedar girêdayî te de ne."
Demîrtaş, destnîşan kir ku êdî Roboskî pirsgirêka wan a namûsê ye û wiha pêde çû: "Heta ku Roboskî çareser nebe ev pirsgirêk çareser nabe. Emê hesap bipirsin. Heta ku Roboskî neyê famkirin Gezî jî nayê famkirin. Berxwedana Parka Gezî hestê gelê kurd, tirk û bindest e. Kesên ku hestên Berxwedana Parka Gezî fam nekin nikarin siyasetê bikin." Demîrtaş, piştgirî da şoreşgerên ESP'ê û diyar kir ku BDP heta dawî li pişt wan e. Demîrtaş serdegirtina malan a Enqere û Stenbolê jî şermezar kir.

Bi hezaran siyasetmedarên kurd rehîn in

Demîrtaş, bal kişand ser doza KCK'ê û wiha got: "4 sal û 2 meh derbas bûn. Cezayê tu tê xwestin 5 salin. Lê ger ku ceza xwaribana jî hindik maye cezayê wan xelas bibe. Niha bi hezaran hevalên me rehîn hatine girtin. Ev rehîn dê kengî bi dawî bibe. Hûn dibêjin zagon, zagonê we li dijî mafên mirovan e. Lê hûn zagonên xwe jî bi cîh nayenin. Heta ku yek hevalê me yê siyasetmedar girtî bimîne ev pêvajo pêş nakeve. Ger ku hûn siyaseta demokratîk dixwazin wê demê divê hûn hemû siyasetmedaran bedin. Li aliyekî dibêjin çekan berdin bila siyaset biaxive. Em di nava vê hefteyê de dixwazin hûn helwesta xwe diyar bikin. Ne mehek û salek şûnde. Em diwazin hûn niha helwesta xwe zelal bikin. Em behsa çareseriya 39 serhildanan ku bi sedhezaran welatiyan jiyana xwe ji dest dane dikin. Em behsa siyaset demokratîk dikin." 


Hikûmet pêvajoyê dixetimîne
Demîrtaş, bang li hemû aştîxwaz û demokratan kir û wiha pêde çû: "Em dibêjin hikûmet dixwaze pêvajoyê bixetimîne. Di vê pêvajoya ku pêngava yekemîn bi dawî dibe û em derbasî pêngava duyemîn dibin divê hikûmet helwesta xwe diyar bike. Duh em heta nîvê şevê rawestiyan. Ji 98 girtiyan tenê 2 girtiyên siyasî serbest hatin berdan. Heta ku qanalên siyaseta demokratîk venekin ev pêvajo nameşe. Bila kesî nexapînin. Li aliyekî wê bi televîzyon, trên, balafir û hemû derfetên dewletê siyasetê bike, li aliyê din dê rê li pêş hemû derfetan bigirn û bêjin hûn jî siyasetê bikin. Ev çi şerm e. Dibêjin em di sindoqê de hev bibînin. Em amade ne. Hûn ji xwe beriyên xwe dije pere dikin û dixwin. Heta ku azadiya ramanê siyasetê tune be. Siyaseta demokratîk derew e. Erdogan digot 'Bila çek raweste bila siyaset biaxive' Em jî bang dikin û dibêjin tu çima destûr nade siyaset bi axive. Tu çima bi copan li kolana biciwan dikevin. Divê tu aşkere bi Birêz Ocalan re muzakereyê pêş bixe. Ger ku ne wisa be siyaset pêş nakeve û pirsgirêk çaser neke. Em wekî we bi kedxwarinê nehatin vir. Em bi têkoşîn û keda gel bi xwêdana eniya gel hatin vir. Divê hemû parêzer û siyasetmedarên girtî serbest bên berdan. Heta ew neyên berdan ev pêvajo nayê çareserkirin."

Bi derewan pêvajo pêşnakeve

Demîrtaş, helwesta CHP'ê ya statuko û helwesta AKP'ê ya li hemberî gel jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Wekî ku hemû pirsgirêk çareser kiribe tev digere. Bûye muxalefetê her kesî. Niha pergala nûnertiya wê dike pergala faşîzanê ye. Niha sindoq wê bê û emê encama wê bibînin. Em li hemû desthilatdaran binerin. Sedema têkçûna wan nefamkirina kesên li hemberî xwe ye. Niha AKP jî deng û daxwazên kolanan fam nake û dixwaze keştiya xwe rizgar bike." Demîrtaş, xwest êdî îsyana gel û serhildana gel fam bike û wate bide çalakiyên kolanan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "20 rojin di axive. Bi qasî pirtûkan axiviye. Lê nêvî derew in. Emê bi van derewan çawa pêvajoya muzakereyan pêş bixin. Ger ku wisa be emê çawa li Tiriyeyê siyaseta azad bikin. " Demîrtaş, kesên piştgiriyê didin AKP'ê ji hişyar kir û xwest êdî ji derewên AKP'ê bawer nekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Gotin BDP kepengan dide girtin we bawer kir. Got Ceylan Onkol Ugur kaymaz terorîst e we bawer kir. Gotin girtî li girtîgehê xwarin dixwin we bawer kir. Çi derewa kirin we bawer kirin. Lê divê êdî hûn van derewan lêpirsîn bikin. Komkujiya elewiyan bi destê dewletê pêk hat. lê dixwazin ser wê jî bigirin. Hûnê ji vê yekê bawer bikin. Lê divê hûn zanibin pergal û îxtîdara li ser derewan hatibe avakirin wê têk biçe. Wê roj bê pergala ku li ser edelet heqîqet û rastiyê pêş dikeve bê avakirin. Bi salan e em ji bo aştiyê têdikoşin, lê niha me wekî terorîst û kujer bi nav dikin. Kesên piştgiriyê didin derewên Serokwezîr bila zanibin ku wê bibin hevpar û şirîkên van sûcan. Bila hesabê vê yekê bikin. Bila îşkenceya li kolanan bibînin. Ger ku hûn gel guhdar bikin û hûn hest û ramanê hemû gelan li ber çavan bigirin wê demê hûn dê bibin Rêberê mezin. Lê ger ku hûn bi cop, bombeyên gazê û panzêran bersîv bidin daxwazên gel hûnê têk biçin.
Divê êdî her kes bi zimanê xwe, nasmame, baweriya xwe bijî. Em vê yekê diparêzin. Siyaseta BDP'ê parastina hemû mafan e. Wê hemû ziman, bawerî û nerînên cuda biparêse û li gel vê yekê dê di nava yekitiyê de tev bigere. Kesên rast tev digerin wê encam bistînin."

DÎHA/ENQERE