MIHEMED EBDO/ANHA/HELEB


Taxa El-Eşrefiyê ji berê ve ji aliyê xwe yê pîşesazî ve weke kargehên dirûne, çapkirin û neqşê tê naskirin. Li gorî agahiyên şêniyan dayî, berê 900 kargeh li taxa El-Eşrefiyê hebûn. Sala 2012′an piştî ku çeteyan parçeyek ji taxa El-Eşrefiyê dagir kir, xwediyên kargehan neçar man ku dev ji karê xwe berdin. Her wiha ti kesî nikarîbû li hemberî kiryarên çeteyan ên wêrankirinê bisekine, lewma ew ê ji aliyê çeteyan ve hatibana kuştin.

Koma Lîwai Şuhedai Bedir ku serçeteyên wan Xalid Heyanî (yê bi destê hêzên rejîma Baasê hat kuştin) bû,  alavên pîşesazî yên taxa El-Eşrefiyê dizîn û bi alîkariya îstîxbarata Tirkiyeyê (MÎT) derbasî Tirkiyê kirin. Piştî ku şervanên YPJ/YPG′ê taxa El-Eşrefiyê meha Sibata 2016`an ji çeteyan rizgar kir, êdî tiştên ku çeteyan rûxandine têne avakirin.

Heta niha 3 kargehên tetrîz, çapkirinê û cilên pembû hatine vekirin. Bi giştî şêniyên taxa El-Eşrefiyê li van kargehan dixebitin.

Di kargeha tetrîzê de niha du karker hene û 12 saetan li ser hev dixebitin. Ji ber ku ceyran tine ye xwediyê kargehê matorên ceyranê bi kar tîne.

Ji bo kargeha çapê jî divê 3 karker bixebitin û niha li taxa El-Eşrefiyê tenê cihekî çapê heye. Karkerên ku li wir dixebitin li gorî pêdiviya kar 7-10 saetan kar dikin.

Li kargeha cilên pembû jî 20 karker dixebitin, derdora 12 saetan dixebitin û her hefte 600 parçeyên cilûbergan amade dikin.