
Derhener Devrîm Tekînoglu ê bêlgefîlma bi navê “1994” amede kir ku qal şewitandin û sirgûnkirina li Dêrsimê ya sala 1994’an dike got: “1994 wekî berdewamkirina qirkirina Dêrsimê ye”
Ji bo Kurdan yek ji qirkirinên herî dijwar qirkirina 1938’an a Dêrsimê ye. Qirkirinê di sala 1994’an de bi şewitandin û sirgûnkirina ji gundan berdewam kir. Bi şewitandina gundan re rê li ber valakirina gundan jî hat vekirin. Li gel şewitandina mezraya Mirik a bi ser gundê Vartinik a bi ser navenda Dêrsimê ve bi dehan gundên girêdayî Xozat û Pulurê hatin şewitandin. Piştî şewitandina van gundan ji 70 hezarî zêdetir mirov ji cih û warê xwe bûn. Derhener Devrîm Tekînoglu jî têkildarî şewitandin, kuştin û polîtîkaya valakirina gundan a sala 1994’an kir bêlgefîlm. Tekîngolu yê ku navê “1994” li bêlgefîlma xwe kir di sala 2012’an de dest bi çêkirina vê bêlgefîlmê kir. Bêlgêfîlm li Dêrsimê hat çêkirin û şahidên wê demê qala wan rojan dikin. Bêlgefîlma ku di encama ked û hewldanek mezin de hat çêkirin dê di 27’ê Tîrmehê de li navçeya Pulurê bê nîşandan.
‘1994 dewama 1938’an e’
Tekînoglu got ku ku bêlgefîlma “1994”an wekî dewama 1938’an e û got di 38’an de mirov bi fizikî hatin qetilkirin û di 1994’an jî bi qirkirina çandî hatin qetilkirin û koçberkirin. Tekînoglu vê rewşê wiha pênase kir: “Ev rewş jî qirkirina fizikî temam dike. Piştî qirkirina fizikî mirovên li wir man jiyana xwe domandin. Lê vê carê mirov ji sar axa xwe hatin koçberkirin û qirkirina çandî pêk anîn. Vê tunekirina çandî li Dêrsimê gihiştandin encamekî. Hinceta sala 1994’an qûtkirina lojîstîka ji bo rêxistinên li çiyayan bû. Hincetek din jî ew bû ku hemû gundên ji hev belawela li gel hev komî ser hev bikin. Xwestin bajarên ji gundan ava bikin. Ya herî girîng ji bom in ew bû ku ez bal bikişînim ser xweza, ziman û wê çanda hat qirkirin vebêjim.”
Şahid nikare êşê tam hîs bike
Tekînoglu destnîşan kir ku li Dêrsimê êdî li her gundekî ya malek du mal hene ya tunene û wiha peyivî: “Di encama têkoşînek bêhempa da welatî çûne van gundan. Heke em ji van malan re bêjin baraka wê bêtir rastir be. Li wan deran tam nikarin malan çêbikin. Ji ber ku derûniya ‘em malan çêbikin dê dîsa xera bikin û bişewitînin ’ li ser gundiya heye. Ev jî li ser çêkirina malan dibe asteng. Di bêlgefîlma de serpêhatiyên wisa hene. Welatî bi tirsa xerakirina gundan re dijîn.” Tekînoglu yê ku ew bi xwe jî ji Dêrsimê ye got ku wî wê demê ne li Dêrsimê jiyaye lê ew ji wan bûyeran re bûye şahid û wiha domand: “Kes nikare êşa tu kesî bikişîne. Şahid nikare wek kesê êşkişandî êşê hîs bike. Her tim di nav dîtin û jiyanê de cudahî heye. Dema min bêlgefîlm çêdikir diyar bû ku min wê êşê nekişandiye.”
Jin bêtir bi kite kit û baş vedibêjin
Tekînoglu di bêlgefîlmê de cihek berfireh ji jinan re veqetandiye û cudahiyê vê jî wiha rave kir: “Min ferq kir ku jin, bûyeran bêtir bi kite kit û baş vedibêjin. Ji ber wê jî me jinan tercih kir. Me bêlgefîlma xwe bi Kirmanckî û Tirkî çêkir. Jinan bêtir bi zimanê Kirmanckî û zilaman jî bi zimanê Tirkî tercîh kirin.”
Li Ewrûpayê bê nîşandan
Tekînoglu da zanîn ku wî di dema kişandina bêlgefîlmê de bi hin zehmetiyan re rû bi rû maye û got dê bêlgefîlm piştî payîzê wê li heremê, bajarên mezin û li Ewrûpayê bê pêşandan.
Tekînoglu herî dawî bêlgefîlmê bi van gotinan da nasîn: “Bêlgefîlma 1994 wek berdewamiya qirkirinê ye. Ji taybetmendiyê etnosîteya qirkinê tê.”
DÎHABER/STENBOL