Dadgeha dewleta Tirk li derhênerê belgefîlma Nû Jîn, Veysî Altay, bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” ceza birrî. Derhêner Altay diyar kir ku her çend ceza li wan bê birrîn jî, ew ê afirandina huner û karê huner dewam bike.
Derhênerê belgefilma Nû Jîn a ku qala têkoşîna Kobanê ya li dijî DAIŞ‘ê dike, Veysî Altay bi boneya li Salona Sînemaya Yilmaz Guney a Êlihê filma xwe nîşan daye û berpirsê sînemayê Dîcle Anter jî bi îdaya “propaganda rêxistinê kiriye” ketibûn ber dozên dewleta Tirk a dagirker. Danişîna biryara vê dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Tirk a li Êlihê bi rê ve çû. Dadgehê ji bo Altay û Anter, sûcê “propaganda rêxistinê” di cih de dît, û li Altay 2 sal û nîv cezayê hepsê birrî. Derhêner Altay nerazîbûn nîşanî ceza da û got, “Heta niha min 5 belgefilm çêkirine. Belgefilma min, li ser mijarên ku sûcê dewletê yên li dijî ferdan û civakê ye. Ez dê çêkirina van belgefilman dewam bikin. Çi li derve û çi li girtigehê ez ê karê huner dewam bikim. Ez ê afirandina huner dewam bikim. Cezayê li min hatiye birrîn li dijî hiqûqê ye. Ez qet bawer nakim ku belgefilmên min, sûc bin. Ti aliyê wan ê bibe sûc, tine ye. Şerê Kobanê di weşana zindî de dihat dayîn. Bi milyonan kesan li vî şerî temaşe kir. Wê demê nebû sûc, lê piştî ku min kir film çima dibe sûc?
Peyama kontrola mutleq a dewletê
Altay anî ziman ku dema têkoşîna parastina mafên mirovan dimeşand, wê demê Dadgehên Ewlehiya Dewletê (DGM) biryarên polîtîk didan û wiha peyivî: “Îro êdî rewş bûye yeke welê ku em xweziya xwe bi DGM´yan bînin. Tişta berê jî dihat kirin li dijî hiqûqê bû. Lê niha ji wê demê jî rewş xirabtir e. Îro dadgeh hiqûqa dijmin pêk tînin. Bi van cezayan diyar dikin ku divê em bêyî wan gavan neavejin. Em bêyî wan gotinê nebêjin û filman çênekin. Peyama ‘Hûn bêyî me tiştekî bikin, em ê we bavêjin hundir’ didin. Heta beriya bi çend salan, bi PKK’ê re eşkere hevdîtin dikirin. Lê îro her tiştî dikin sûc. Bi vî cezayî hiqûq hatiye binpêkirin. Li gel her tiştî hunermend dê bêhtir dengê xwe bilind bikin. Divê hunermend di vê pêvajoyê de wêrektir bin.“
MA / ÊLIH