Li Wan û navçeya Erdîşê herî zêde esnafên navçe û bajêr ji erdhejê mexdûr bûn. Piştî bi sedan kargeh hilweşiyan, esnafan neçar man ku bi mehan dikanên xwe bigirin. Piştî erdhejên mezin pêk hatin û bi sedan esnafan kilît li deriyê dikanên xwe xistin, wezirê maliyê û wezîrên din ên dewletê çûbûn li nava esnafan geriya bûn û soza qirêdiyan dabûn welatiyan.
Dewletê esnaf xapandin
Dewletê soz da ku bi esnafên biçûk re 30 hezar TL bi esnafên mezin re heta 100 hezar TL'yi alîkariya qirêdiyê bike. Rayedarên dewlet û hikûmetê soz da ku heta salekê bê wade, heta 3 salan bi wade û bê faîz qirêdi bida esnafan. Li Wan û Erdîşê ji bo qirêdiyê bi giştî 7 hezar û 784 esnaf li Serokatiya Îdareya Piştgiriya Bikarînerên Navîn û Biçûk (KOSGEB) serlêdan kirin. Lê piştî serlêdanê KOSGEB şert û merc giran kir û rê li esnafan girt. Di serlêdanê de êdî ipoteka mal û avahiyan nayê qebûl kirin û dixwazin ku êdî esnaf serî li wan nedin û alîkariya qirêdiyê ji wan nexwazin.
Esnaf mexdûr bûn
Esnafan da zanîn ku herî zêde ji bo esnafên biçûk ên ji bo alîkariya 30 hezar TL serî li banka didin rastî astengiyan tên û zahmetî ji wan re tên derxistin. Esnafan, anîn ziman ku hikûmetê di erdhejê de soz dan wan, lê sozê xwe bi cih nînin. Esnafan, da zanîn ku sozên hikûmetê tenê di gotinê de ma û heta niha tu gav neavêtine.
Esnafan nerazîbûn nîşan dan
Esnafê bi navê Îsmaîl Habanoglu, nerazîbûn nîşanî helwesta hikûmetê da û wiha got: "Ger ku banka qirêdiyê bide jî berî her tiştî hemû deynê esnafan ên dewletê qut dike û pişt re pereyê ji ber ma dide esnafan. Habanoglu, da zanîn ku hikûmetê soza xwe bi cih neanî û ji ber vê yekê esnaf mexdûr dibin.
Esnafê bi navê Ersin Koyumcu jî anî ziman ku dewletê sozên di erdhejê de dane bi cîh neaniye. Koyumcu, diyarkir ku niha nikarin qirêdiyan bistînin û ger wisa derbas bibe wê hemû esnaf îflas bikin.
Alîkarî dan dewlemendan
Esnafê bi navê Yakup Cîngoz jî anî ziman ku 4 meh in ji bo qirêdiyê bistînin li bankayan digerin, lê heta niha alîkarî û qirêdî negirtine. Cîngoz, destnîşan kir ku hikûmeta AKP'ê heta niha tenê alîkarî daye esnafên dewlemend û wiha got: "Hikûmetê heta niha her tim xizan bêtir xizan kir û kesên dewlemend jî bêtir dewlemend kir. Hikûmeta AKP'ê di erdhejê de jî dîsa heman polîtîka meşand."
Esnafê bi navê Enes Îmamoglu jî anî ziman ku ji bo qirêdiyê bistîne zeviya ku hêjaye 200 hezar TL îpotek kiriye û wê li hemberî vê yekê 14 hezar TL qirêdî li sîgortaya biçe. Îmamoglu, da zanîn ku wê 20 hezar TL bistîne, lê dê di destê wî de tenê 3 hezar û 500 TL pereyê qirêdiyê bimîne û nikare bi vî pereyî ti tiştî bike.
İDRİS YILMAZ - DÎHA/WAN