Malbata Deprem di her baranê de di bin lehiyê de dimîne û li gel ewlehiya canê wan tuneye dîsa jî di heman malê de jiyana xwe didomînin. Herî dawî hefteyek berê mala di bin ava lehiyê de ma û ferdên malbata Deprem bi hişyariya cîranan xilas bûn. Malbata Deprem ji ber ku tu eraziyê wan ê din tuneye li wir ji xwe re mal çê kir. Malbata Deprem berê bi bazirganiya sînor debara xwe dikir, lê piştî leşkeran sînor girtin êdî nikarin bazirganiyê bikin. Malbata Deprem hem ji ber hişkahiyê û hem jî ji ber dorpêça leşkeran nikarin sewalkariyê û çandîniyê jî bikin.

Şereffetîn Deprem, diyar kir ku tirsa lehiya şevê ji nişkava pêk bê dijîn û di nava salekê de 15 caran mala wan di bin lehiyê de ma û hemû amûrên malê yên bi ceyranê dixebitin şewitîn. Deprem, anî ziman ku bi hatina zivistanê tirsa wan zêdebûye û wiha got: "4 zarokên min hene. Hevsera min jî ducanî ye. Ez nizanim ez dê çi bikim. Em bi awayeke perşîn di nava heriyê de dijîn. Hin caran hefteyê du caran mala me di bin lehiyê de dimîne. Gelek caran fikra, 'Berê doşekan an zarokan xilas bikim' tê serê min. Ji ber ku zarokên min dê di nav doşekên şil de rabikevin û bi mehan nexweş bin. Dema ez zewicîm ji bo malekê ji zarokên xwe re çêbikim şev û roj ez xebitîm. Çem jêrî mala me ye. Tu caran çem ewqas bilind nebibû. Berê min bazirganiya sînor dikir. Dewlet êdî destûra me nade. Li gund kesên sewalên wan heyî bi sewalên xwe re eleqedar dibin. Lê her sal ji ber lehiyê bi sedan sewal telef dibin. Ji ber vê yekê jî ez bê kar mam. Em bi alîkariya cîranên xwe re xwe li ser piyan digirin."
Rabîa Deprem jî diyar kir ku niha ducanî ye û ji ber her dengê tê ditirse û wiha got: "Par dema yekemîn car em rastî lehiyê hatin ez ducanî bûm. Ji ber tirsa min jiyî zarokê min ji ber min çû. Ez ji her dengê tê ditirsim." Deprem, anî ziman ku demsala zivistanê ji wê re kabus e û wiha axivî: "4 zarokên min hene. Dema radikevin her tim ji nişkave hişyar dibin. Temenê hemûyan biçûk e. Jiyana me du sale têk çû. Tu cihê em biçinê û lê bimînin tuneye. Hevjînê min jî naxebite. Em bi alîkariyên cîranên xwe dijîn. Zarokên min her tim bi nexweşiya zatureyê dikevin. Du salan me ber xwe didin lê êdî em nikarin."

DIHA/WAN