Li navenda navçeyê di daxuyanike çapemeniyê, meş û bernameyakê de hêzên dewletê navenda navçeyê dorpêç dikin û bi zorê derabeyên esnafan didin girtin, wekî ku rewşa rêveberiya awarte heye nişan didin. 

Di hefteya dawî de gelek sewqiyatên leşkerî hatin kirin û bi taybetî jî ji ber ku nikarin têkevin qadên parastina cewherî, bi wesayîtên zirxî sewqiyatan dikin. Ev nêzîkatî ji aliyê welatiyên Geverê ve wekî “rêpîvana dewleta ku xwe dispêre zirxê” tê şîrovekirin. Li navenda kolanê dorpêç bi taybetî di saetên êvarê de gihîşt asta herî jor, li hatin û çûyînên navçeyê noqteyên lêgerînê yên seyar hatin danin. Dîsa li ser cadeya Îpekyoluyê dorpêça wesayîtên zirxî, kemîn avêtin, rêgirtina kêfî û lêgerînên kêfî balê dikişînin. 


 COLEMÊRG