Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran, biryara dadgeriya Tirk a ‘bi darê zorê’ anîna rûniştinê ya Leyla Guvenê nirxand û got, hewldaneke kuştinê ye.

Berdevka Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Başaran bi bîr xist ku Leyla Guven 141 (îro 142) roj in li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye û got, “Mekanîzmayên ku divê daxwaza wê bi cih bînin, di bêhiqûqiyê de israr dikin. Her wiha bi biryarên xwe re dikevin nava hewldanên provokatîf.

Bi gotina herî sivik, biryara dadgehê provokasyon e. Em desthilatdariya AKP’ê hişyar dikin ku dadgeriyê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar neîne. Hewldana bicihanîna vê biryarê wê bibe hewldana kuştinê. Di heman demê de helwêsta dadgeriyê ya li pêşberî vê çalakiyê jî kuştina hiqûq û edaletê ye.”

Başaran bang li desthilatdariya AKP’ê kir ku dest ji vê helwêsta xwe berde û di şexsê Leyla Guvenê de daxwazên çalakgerêngreva birçîbûnê qebûl bike.

 

ENQERE