Derket holê ku agahiya hemû rayedar û peyvirdarê dewletê ji bûyera tacîz, tecawiz û îşkenceya li Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê ku li dijî zarokan pêk hat heye û heta niha li hemberî vê bûyerê bêdeng mane. Li gel ku ÎHD’a Mêrsînê hemû sazî û dezgehê dewletê der barê bûyerê de agahdar kir jî dîsa rayedar li hemberî bûyerê bêdeng man. Piştî ku ÎHD’ê bûyer bi ajansa DÎHA’yê re parve kir û ajans nûçe çêkir bûyer belav bû û dozgeriyê û Wezareta Dadê dest bi bêkolînê kir.
Serokê ÎHD’a Mêrsînê Alî Tanriverdî, anî ziman ku wan der barê pirsgirêkên zarokan de hemû saziyên fermî yên dewletê agahdar kirine û wiha got: “Me serlêdanên zarokan xwe rû bi nivîsen wan ên resen ji Dozgerê Komarê yê Edeneyê, Komîsyona Lêkolîn û Lêgerîna Mafên Mirovan a Meclisê, Wezareta Dadê, Midûrê Giştî yê Girtîgehan, Waliyê Edeneyê re şand û der darê girtîgehê de serlêdana sûc kir. Hemû rayadarên dewletê berê der barê mijarê de agahdar in.” Tanriverdi, anî ziman ku êdî tenê çarese girtina Girtîgeha Pozantiye û wiha axivî: “Di 2 salên dawi de zarokên li kolanan hatin girtin, sewqî Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê kir. Li vir zarok rastî binpêkirina mafan tên. Zarokên ku di tîrmeha 2011’an de serbest hatin berdan îdiayên pir mezin vegotin. Ji bo ku ev rasti ronî bibin me serî li Dozgeriya Komarê ya Edeneyê, Komîsyona Mafên Mirovan a TBMM’ê, Wezareta Dadê û Midûrê Giştî yê Girtîgehan da. Hemû rayedar xwedi agahî ne.” Gelek zarokên ku rastî tacîz û tecawizê hatin serî li ÎHD’a Mêrsînê dan û serpêhatiyên xwe gotin.
H.G.: Di 3’ê mijdara 2010’an de ji aliyê yekîneyên TEM’ê ve di serdegirtina malê de hatim binçavkirin. Di bin çavan de her tim rastî çêran û lêdanê hatim. Piştî 3 rojan di bin çavan de mam ji aliyê dadgehê ve hatim girtin û ez şandin girtîgeha Tîpa E ya Mersinê. Ez çawa çûm girtîgehê gardiyanan fermuara min vekirin û li min dan. Piştî 8 rojan ez şandim Girtîgeha Pozantiyê. Ez li vir 2 rojan di tecrîdê de mam. Pişt re ez şandim koguşa C’yê. Me nikarîbû li hev bineriya. Her tim li min didan. Bi zorê pereyê min ji min girtin. Ez mehekê li wir mam û pişt re ez şandim koguşa B-10’an. Girtiyên edlî bi min cil dan şuştin. Min karê ber destê wan dikir. Piştî 2 meh û nîv ez serbest hatim berdan. Ez dixwazim kesên ev yek li min kirine bên cezakirin.”
‘Midûr got hûn terorîst in'
Y.S.: Ez li taxa Guneşê ya Akdenîzê hatim binçavkirin. Ez 2 rojan di bin çavan de mam. Ez li Qereqola Sitelerê ya Polîsan rastî lêdanê hatim. Li lêdana polîsan de inîşka min a çepê ji cih derket. Lê dîsa doktoran ji bo milê min rapor nenivisî. Piştî ku hatim girtin ez şandim Girtigeha Tipa E a Mêrsînê. Hefteyek şunde ez şandim Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê. Gardiyanan got ‘Tu ji kijan sûci hatiye’ Dema me got em ji siyasî hatine gotin ‘Hûn terorîstin’ Ez ji aliyê 4-5 gardiyanan ve rastî şîdetê hatim.”
A.Ç.: “Ez li navçeya Akdenizê ji aliyê polîsan ve hatim binçavkirin. Ez pişti 5 rojan di bin çavan de hatim hiştin hatim girtin û ez şandim Girtîgeha Tîpa E ya Mêrsînê. Pişt re ez şandim Pozantiyê. Ez xistim odeya Edliyan. Ez li vir her roj rastî lêdanê hatim. Ez 4 mehan li Pozantiyê mam. Ez di tebaxê de serbest hatim berdan. Hêj derûniya min xerabûye û baş nebûme.”
M.D.: Ez di 2’ê kanûna 2010’an de piştî Midûrê Polîsan birîndar bû hatim binçavkirin. Ez şandim Girtîgeha Zarokan a Pozantiyê. Ez di 2’ê Adara 2011’an de serbest hatim berdan. Darizandina min didome. Ez roja ewil ji aliyê gartiyanan ve rastî lêdanê hatim. Her şev bi hinceta me ‘dirûşme berz kirine’ ji aliyê gartiyanan ve rasti şîdetê û her wiha ji hêla girtiyên edlî ve jî bi îşkencê re ru bi ru mam.
E.K.: Di cotmeha 2010’an de hatim girtin. Piştî 3 rojan di bin çavan de mam hatim girtin. Em 9 kes bi hevre sewqî Girtîgeha Pozantiyê kirin. Midûr em her yek dan koguşekê. Hemû karê xwe yê taybet bi me dida kirin. Şuştina cilan, paspas, paqijî hemû kar bi me dida kirin. Dema me dixwest em derkevin revîrê em dernedixistin. Midûr digot hûn pirsgirêkan derdixin û li min xistin. Berpirsê koguşê her tim karê xwe bi me dikir û li me neheqî dikir. Dema me daxwazên wan bi cih nedianîn li me didan. Em bi destura wan derdiketin tuwaletê. Dema em bê destûr diçûn tuwaletê em rastî lêdanê dihatin.
FERHAT ARSLAN - DÎHA - MÊRSÎN