
Di encama xebata Nûnertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê û xizmên windayan de di 5’ê çileya 2011’an de 300 metre nêzî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a rejîma tirk a navçeya Matkiyê li xebatên kolandinê dabûn destpêkirin. Di encama kolandinan de 9 jê sivîl bi tevahî hestiyên 18 kesên ji aliyê rejîma dagirker a tirk ve di 8 û 17’yê îlona 1999’an de hatine kuştin hatin dîtin.
Têkildarê mijarê di daxuyaniya hat dayîn de hat gotin ku hestiyên cenazeyan ên li cihê ku wek sergoya Şaredariya Matkiyê jî tê bikaranîn hat dîtin. 4 jê li geliyê Mekara gundê Çaygeçîtê û 11 jê jî li daristana çiyayê Ayşehatun a li gundê Taşbogazê hatine kuştin, der heqê 3 cenazeyên din de jî tu agahî nehatine dayîn.
Lê belê di 28’ê Çileya ku hê kolandin û lêgerîn berdewam dikir de digel ku ji 13 kesan nimûneyên xwîn û DNA’yê hatibûn girtin û digel bi ser vê yekê de 11 meh derbas bûn hê diyar nebûye ku cenazeyên hatine dîtin ên kê ne. Têkildarê mijarê Nûnerê ÎHD’ê yê Bedlîsê Hasan Ceylan ji ANF’ê re axivî û got ku ku di hundirê 11 mehan de ji aliyê Dozgeriya rejîma Tirk a Matkiyê ve diyarnekirina nasnameyan, tê wateya hewla niximandina rastî û heqîqetan. Hasan Ceylan têkidarê vê tawana mirovatiyê de got ku ji roja destpêkê ya xebat û kolînên gorên komî hat destpêkirin heta niha erkdar û rayedarên dewletê ji bo niximandina serê vê bûyerê her bi cangiranî nêzî kar bûn. Ceylan di vî warî de wiha pêde çû: “Di salên 1990’î de di bin navê ‘têkoşîna li dijî terorê’ de, tomarên/qeydên heqîqeta Matkiyê ku tomarên di bin axê de yên zulim û binpêkirinên mafên mirovan in, dewlet wek xebateke hîmvedanê ya karê mutehîtiyê nêzîk bû. Li Matkiyê zelalkirina heqîqetên hatine niximandin û veşartin, dikare perdeyên li ser razan/siran rabike. Ji 28’ê Çile heta niha 13 kesên ku ji bo aşkerakirina hestî û prûskên meytên 18 kesan nimûneyên xwîn û raçînkê/tevînekê dan tu encam û agahî ji wan re nehatine ragihandin û heta niha nasnameyên her 18 meytan jî nehatiye tespîtkirin, ev helwest û nêzîkatiya, gumanên me yên ku hewla niximandina heqîqetan zêdetir dike.”
Ji termên 18 kesên ku li navçeya Matkiyê ya Bedlîsê yek jê yê Gulavî Eren e, birayê Gulavî Eren jî piştî di 28’ê Çile de ji wî nimûneyên tevînek û xwînê hatiye girtin, meha borî Dozgeriya rejîmê ya Matkiyê ji birayê Eren re ragihandiye ku di nav meytan de rastî xizmek wî nehatine.
Di vî warî de birayê Gulavî Eren wiha axivî: “Kuştina birayê min xizmên me yên li Matkiyê ji me re ragihand. Li ser vê yekê dema em ji bo wergirtina cenazeyê birayê min çû, hêzên dewleta tirk nehiştin em bikevin nav Matkiyê. Me ji şahidên bûyerê bihîst ku birayê min Gulavî, 9 jê sivîl 2 jî gerîlayê PKK’ê bi 10 kesan re di 8’ê Îlona 1999’an de li gundê ‘Taşbogaz’ê li daristanên ‘Ohîn’ ê li çiyayê ‘Ayşehatûn’ê jiyana xwe ji dest dane. Ev zanyariya ji aliyê hemû Bedlîsê ve tê zanîn, ma mumkin e ku ev yek ji aliyê dozgeriya rejîmê ya Matkiyê ve neyê zanîn û der heqê birayê min de rastî tu rêç û şopek neyê? Hem hêzên dewleta Tirk cenazeyê birayê min nedan hem jî bavên min kirin binçav û li Bedlîsê hefteyekê rastî îşkenceyên pir giran hat. Ji ber îşkenceya lê hat kirin, bînahiyên çavên wî lawaz/weza bûn, niha kêm dibîne.”
ANF/BEDLÎS