Li navçeya Amed Sûrê, êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê û berxwedana gel a li hemberî van êrîşan di roja 49. de dewam dikin. Hêzên dewletê, tevî ku ji her alî ev teknîka şer bi kar tîne, nikare berxwedanê bişikîne. Vê carê jî leşkerên xwe yên ‘Kumik Sor’ şand ji navçeyê re.

Dewleta Tirk, di rojên destpêkê de polîsên tevgera taybet (POH), piştre leşkerên tevgera taybet (JOH) tevî ji her celebî maçînên zirxî li navçeyê Sûrê bi cih kir. Vê jî têrê nekir, ji hemû bajarên welêt leşker anî navçeyê.

Dewleta Tirk a ku bi van hemû hêz, çekên giran û teknîka xwe nikare berxwedana YPS/YPS Jin bişikîne, komadoyên SAS şand Sûrê. Bi vî rengî di nava 20 rojan de zêdeyî 10 hezar leşker, polîs, TÎM, SAS, komando û maşînên zirxî li derdora Sûrê bi cih kir. Tevî vê hêza mezin jî, dewleta Tirk kir û nekir, nikarî bikeve nava taxên berxwedanê. Di van êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirinê de, nokerên dewletê, cerdevanan jî cih girtin.

Cerdevanên ku li şûna li cem berxwedana xwerêveberiyê ya gel cih bigirin, rabûn li cem hêzên dagirker ên dewletê cih girtin, vê carê li Sûrê li dijî gel çek bi kar anîn. Lê mîna her carê, vê carê jî li hemberî berxwedana gel bi ser neketin.

Dewleta bêçare maye, herî dawî yekîneyek ji 150 leşkeran ên Fermandariya Hêzên Taybet ku weke ‘Komik Sor’ pênase dikin, şand Sûrê. Xuya ye dewlet wê careke din li hemberî berxwedana gel têk biçe.


Erîşên tund didomin

Li navçeya dîrokî Sûrê, ku qedexeya derketina derve di roja 50. de ye, yekîneyên taybet ên Tirk êrîşî malên gel û cihên dîrokî dikin. Ji duh bi şev û vir ve bi tank û topan êrîş tê kirin. Piştî bi hezaran polîs û leşeran, vê carê yekîneyên taybet ên weke ‘kumik sor’ tên pênasekirin li herêmê tevlî operasyonan bûn. Her wiha polîsên tevgera taybet, leşkerên tevgera taybet û cerdevan jî di van operasyonan de amade ne.

Hêzên dewleta Tirk êrîşên xwe yên li hemberî Sûrê danê vê sibehê zêdetir kirin. Ji gelek sivîlên li taxa Fatîhpaşa dijîn agahî nayê wergirtin.  Êrîş bi giranî li hemberî taxên Yogûrt Pazari, Fatîh Paşa, Dabanoglû, Savaş û Cemal Yilmaz tên kirin. Li ser bersiva hêzên YPS’ê şerekî dijwar qewimî. Hêzên dewletê her wiha ji derdora Dibistana Navîn a Deriyê Mêrdînê bi top û bombeavêjan êrîşî nava taxan dikin.

Tê gotin, ku ji gelek sivîlên li taxa Fatîh Paşa dijîn agahî nayê wergirtin. Her wiha gelek bombe li Mizgefta Hasirli ket û beşek ji dîwarên mizgeftê xera bû.


Navên 2 ciwanan diyar bû

Nasnameyên 2 kesên di 16’ê Kanûnê de li Sûrê hatin qetilkirin, diyar bûn.

Hat ragihandin, ku yek ji kesên roja Şemiyê li ber Dibistana Seretayî ya Suleyman Nazîf jiyana xwe ji dest da Tûrgay Gîrçek ê 19 salî û yê din jî Gunduz Akmeşe yê 28 salî ye.


Li Cizîrê 2 kes birîndar bûn

Li Cizîrê jî berxwedan di roja 38. de ye. Doh yek jê zarok 2 kes bi guleyên sekvanan birîndar bûn. Li taxa Cûdî ya Cizîrê, sekvanên hêzên dewleta Tirk gule berdan zarokekî navê wî nehat zanîn. Kesekî ku ji bo rakirina zarokê birîndar çû cihê bûyerê, ew jî bi guleya hêzên dewleta Tirk birîndar bû.

Hat ragihandin ku rewşa birîndaran giran e û hêzên dewletê destûrê nadin ku bên rakirin. Gel hewl dide birîndaran rake, lê çekdarên dewletê guleyan li gel direşînin.

Li navçeya Şirnex Silopiyayê, cenazeyên 3 welatiyên ku di êrîşan de hatin qetilkirin û li mizgefta Nûhê dihatin ragirtin, rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê. Piştî ku welatiyan agahî dan wesayîta cenaze hate mizgeftê û cenaze birin nexweşxaneyê. Cenaze aydî kê ne nayê zanîn.  Tê texmînkirin ku 2 cenaze aydî Axîn Kanat û Reşît Eren ên ku di rojên destpêkê yên êrîşan de hatin qetilkirin lê ji ber êrîşan nekarin bibin nexweşxaneyê ye. 


 AMED/ŞIRNEX