Li navçeya Şirnexê Elkê jî çi qereqol, çi miduriyet û nuqteyên polîsan, çi mala qeymeqam, çi jî derûdora hemû saziyên hêzên dewletê bi barîkat û dîwarên beton hatiye girtin. Bi gotineke din li Elkê Dewlet maye li pişt dîwaran. 


Dewlet nikare xwe biparêze

Li çar aliyê navçeyê çiyayên bilind hene û gelek caran ji van çiyayan çalakiyên gerîlayan pêk tên. Tevî ku leşker li ser van çiyayan bicihkirî ne jî nikarin çalakiyên gerîlayan asteng bikin. Hêzên dewletê ku li deverên bilind ên navçeyê qereqol avakirine ji bo ku derdora xwe baş bibînin, her roj daristanên herêmê didin ber agir. 


Polîs di kozikan de asê mane


Dema mirov dikeve nava bajêr bariyerên teknolojiiya herî nû hatine bicihkirin. Di têketine bajêr de nuqteya polîsan ji çar aliyan ve bi bariyeran hatiye dorpêçkirin. Ji ber ku polîs nikarin ji nuqteya xwe derkevin bi dengê megafonê kontrola wesayîtan dikin. Wesayîtên ku dikevin bajêr yan jî ji bajêr derdikevin berî ku bariyerên teknolojîk derbas bikin ji wan tê xwestin deriyên wesayîtên xwe vekin. Polîsên ku nikarin ji hundir derkevin bi rêya kamerayan wesayîtan kontrol dikin û piştî vê yekê bi pergala hatî avakirin bariyeran radikin. 


 ŞIRNEX