Di çîrok û efsaneyên qedîm yên Kurd de, “çûkê dewletê heye” û dewlet-mend jî, bi saya wan çûkan dihatin bijartin. Sîstema ku li tevahiya herêmê hatiye avakirin jî, ji dewletan zêdetir, rengê dewlet-mendiyê ne. Her dewlet-mend, parçeyek ji navênda kêşa sîstema kapîtalîst e. Ji ber ku her desthilatdarî, rengek ji “qazoxên sîstemê” ne. “Qazox” stunek ji sîstema Emperetoriya Roma ye. Stunek, qazox in, hêza eskerî... Stunek jî çarmix e, felsefeya siyasî...
Dewlet-mendên herêmê, beşê yekemîn temsîl dikin. Bi parçe kirina cografya herêmê û nexşe kirina netew-dewletan re, welat û gel di aliyê siyasî û îktîsadî de jî hatin parçe kirin. Yek dewleta li herêmê jî, di aliyê bazirganî, afirgerî û hilberînê de ne xwedî taybetmendiyek cewherî ye.
Bi vê pêwanê, herêm di nava gevzeka şerê mezhebî, civakî û îdeolojîk de difetise. Lewma, ev dewlet-mendî di çarçoveya dewleta Machiavellî de nayên hesab kirin.
Lê, emê li ser Başûrê Kurdistanê, Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyê rawestin.
Komara Tirkiyê, di beşê “komara li derî qanunan” e û metîngeriyek “ceftî” (1) dimeşîne. Hemberî ku xwedî felsefeyek siyasî ye jî, ji sîstema dewşirmetiyê rizgar nebûye û qirêjî ye. Dewşirmetî, berhemê şerê fizyolojîk e û bêyî şerê fîzyolojîk nikare bijî. Du xislet û cûdatiyên sîstema dewşirmetiyê hene; ji hêza cewherî bêhtir, parçe dike û li dijî hev bikar tîne. Çete-kontra amade dike û kemînên kujerî dideyne.
Mînaka vê jî, lîstikên Tirkiyê li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê ne. Li Başûr, dagirkeriya entelektuelî jî daye dest pê kirin.
Desthiladarên rengê dewlet-mendiyê, wek “Reqasên Hacî Fatûma” ne. Geh ew li erbanê didin û direqisin, geh li ber dahola kesên din direqisin. Nankor in, bêbext in, demagog in û hanende ne...
Di destpêka ku pivîtk û gulbijêrkên “defacto”ya Başûrê Kurdistanê dipişkivîn, Tirkiyê bû xwê û kete agir; li Baxdayê, li Washington, li payîtextên Ewropa teva pîkol kir. Li dijî lîderên Başûrî jî şerê psîkolojîk da dest pê kirin û wek serokeşîran, wek muxatabê çawuşên xwe binavdikirin... Hîna jî, navê Herêma Federal a Kurdistanê bikar nayînin û lîderên Başûrî, (serok û serokwezîr jî di nav de) li Enqerê, di kesayetiya walî, şêwirmend û nunerên MÎTê de pêşwazî dikin. Axaftina Erdogan ya Kongreya AKPê ne hatiye jibîr kirin.
Planê Tirkiyê yê herî balkêş; li Kerkûkê avakirina “Herêma Turkmenîstanê” ye. Ji bo vê jî, di aliyê eskerî, siyasî û civakî de kar kir. Ev plan hîna di pratîkê de ye.
Teqeze ye: Şerê Tirkiyê li hemberî Başûrê Kurdistanê, di aliyê aborî, kulturî û xerab kirina diyalektîka civakî de berdewam dike. Tirkiyê, hinek ji lîderên siyasî yên Rojava jî li payîtexta Başûrê Kurdistan Hewlêrê xwedî dike û li dijî Rojava bikar tîne. Îradeya Başûrê Kurdistanê jî nas nake.
Ev kiryar teva karên dewlet-mendî ne û di lîteretura sosyolojîk de: “Psîkolojiya pez-kerî” ye. Ev tê wateya ku, dewşirmeyên Tirkiyê, di aliyê civakî de, hîna nebûne xwediyê “hişmendiya kolektîf”, ya jiyana hevreyî, wekhevî û demokratîk. Lewma min gotina “ceftê” bi kar anî.
Vêceee, li Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê di rewşeke din ya “ceberrud”de dest bi çîrokên bextreşiyê kiriye. Mîna rojên destpêka “defacto”ya Başûr, li Rojava jî ”cehd”eke kujerî da dest pê kirin.
Dewlet û desthilatdariya AKPê, êdî pîvan, peyman, ademiyet, rêbaz, exlaq û vîjdan li meydanê ne hiştine. Piştî cîvîna li payîtexta Qatarê, dewleta Tirk û desthilatdariya AKPê, çiqas berdûş, serserî, haşîşkêş, kontrayên MÎTê û eskerî, eskerên ji artêşê dûrkirî rêxistinî kirin, hin şandin Rojava, hin jî ji bo desteka lojîstîk li hundir kar dikin. Îro, ev zewat teva dibin sîwana El Qaîde de, bi navên cûda, di şexsê gelên Rojavayê Kurdistanê de, li dijî mirovahiyê gunehkariyê dikin. Exlaq û rêbazên şer jî hene. Lê ev zewat, bi fermanên derî “şer-î”, gunehkariyê, bi “mehra cîhadê” jî hetikberiya herî qirêj û gemarî qewadiyê dikin. Ev zewatên ji dewletên cûda, bi xapandin û xirrandina “cîhadê” li hev têne kom kirin, tîpolojiyên xerabe ne, ji kesayetiya dûr in, bê îrade ne, rengekî nû yê dewşirme û eskerên bi pere ne, di aliyê mêjî de kole ne.
Dewleta Tirk jî hevkarên ven kesan e.
Ev jî tê wateya ku dewleta Tirkiyê, “komara li derî qanunan e” û maquliya civakî winda kiriye. Ev jî ji xislet û pîvanên dewletî dûr e, dibê dewlet-mend û dikevê rêza aşûfteyî, yan jî rêza nexweşên şizofrenîk.
Pêwiste desthilatdariya Herêma Federal a Kurdistanê ji hevkariya dewlet-mendî ya Tirkiyê û çeteyan dûr bikeve. Ji sîstema monarşiya parlamento rizgar bibe, di çarçoveya sosyolojiya kerî-pez de tevnegere. Rastiya Kurd û Kurdistanê heye. Bêguman entelektuleiya başûr xwedî wê hêêz ye ku van rastiyan bibînin û bînin ziman. Îro ew dem e. Pêwiste desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, ne bi Tirkan, bi entelektuel û pisporên xwe bişêwire û weke dewletek modern, demokratîk tevbigere.
Ez naxwazim bawer bikim, lê PIRS: Gelo rast e, desthilatdariya Başûrê Kurdistanê, ji Emerîka xwestiye ku PYDê di lîsteya rêxistinên terorîst de bi cih bike?
Dewlet-mendî Tirkiye û Başûr
Hemberî ku hêzên derve bandor li dîroka mirovahiyê kirine jî, gelan bi têkoşîna xwe dîroka xwe nivîsî ne. Rojhilata Navîn di qonaxeke wiha re derbas dibe. Di vê herêma balkêş de, cîhaneke feodal, qraliyet, mîrekîtî, monarşiya parlamento, tîrantî, komarên feodal û komarên li derî qanunan hene...