Hunermenda kurd Aysel Borak got: “Dewlet naxwaze muzîka kurd bi awayek azad bigihîje gel û naxwaze azad bibe. Divê em serê xwe li hember vê netewînin. Divê em li dijî vê yekê li salonan bin li kolanan bin.”

Divê muzîk ji hegemonya zilam derkeve

Hunermenda kurd Aysel Borak ji zarokatiya xwe ve bi hunera kurdî re mijûl e. Ji koroya zarokan a Navenda Çandê ya Serhedê ya Wanê di nava muzîka kurdî de dixebite. Niha li Beşa Konservatuarê ya Zanîngeha Stenbolê sala dawî dixwîne. Borak xebatên akustik dike. Li gel xebatên akustîk beriya du rojan jî klîbek bi navê “Serşoya Zava” sîngleya xwe ya ewil çêkir. Bi vê klîbê mijara amadekirina zava yê çanda kurdan a berê derxistiye pêş. Vê stranê heta niha her tim zilaman gotiye, yekemîn car e ku jinek dibêje. Klîb li navçeya Amediyê ya Herêma Federe ya Kurdistanê hat kişandin û Hisên Hesen derhêneriya wê kiriye. Borak diyar kir ku divê muzîka kurdî û stran ji bin hegomonya zilaman derkeve û bi taybetî jî wê vê stranê gotiye û kiriye klîb. Borak got divê jinek xwe di vî warî de li pêş bixe.

Dîroka me di dengbêjiyê de ye

Borak anî ziman ku armanca wê ew e muzîka kurdî û çanda dengbêjiyê bi hemû qadan bide nasîn û got: “Hemû çand, wêje û dîroka me di dengbêjiyê de veşartiye.” Borak da zanîn ku li Tirkiyeyê ji bo ciwanên kurd ji çanda xwe û ji hunera xwe dûr bibin ji bo muzîka biyanî tên arastekirin û got: “Pêwîste muzîka kurdî ji koka xwe neyê dûrkirin.” Borak destnîşan kir ku dewlet muzîka kurdî asteng dike û got: “Dewlet naxwaze muzîka kurd bi awayek azad bigihîje gel û naxwaze azad bibe. Divê em serê xwe li hember vê netewînin. Divê em li dijî vê yekê li salonan bin li kolanan bin.”