
Dewleta Tirk 24´ê Tîrmeha 2015´an konsepteke şer bi navê “hilweşandin” dabû destpêkirn. Di vê çarçoveyê de gelek taxên Nisêbînê hatin xirakirin. Li van taxan hîna cenazeyîn mirovan tên dîtin, lê di heman demê de dîwarên TOKδyan jî tên lêkirin. Xelkê Nisîbînê dibêje, “Ka ew difikirin kî wê bikeve wan xaniyan; ti kes nakeve wan xaniyên du odeyî yên li ser xwîn û hestiyan ava bûne.”
Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê, 14´ê Adarê li dijî berxwedana xwerêveberiyan, dewletê qedexeya derketina derve ragihandibû ku beriya bi çend hefteyan bi temamî hat rakirin. Wezareta dewleta dagirker a Tirk a Haîrdor û Bajaran li navçeyê 6 tax bi temamî xira kirin û 9 tax jî weke deverên bi rîst ragihandin. Li van deveran avahîsaziyên TOKδyê dest pê kir. Heta niha li taxên Alîka, Koçera û Abdulkadirpaşa hîmê van avahiyên betonî hatiye danîn.
Li ser cenazeyan hîm datînin
Dewleta Tirk a dagirker, li Nisêbînê xaniyên xelkê hilweşandin û ji dest wan girt. Niha jî dest bi çêkirina avahiyên pirrqat û betonî yên TOKδyê kir, tevî ku di dema kolana cihê hîmdanîne de bi dehan cenaze heta îro derketin holê, ev avahîsazî dewam dike.
Li taxa Koçera beriya bi çend hefteyan bi kepçeyekê cenazeyek hat derxistin.
Xelkê taxê dibêje, ew cenazeyê jinekê bû û ji dehan cenazeyan yek bû û wiha peyivîn: “Em dibînin, ew piştre wan vedişêrin. Wan dixin kîsan û dibin. Tevî ku cenaze derdikevin, kepçe yek kêliye tenê jî nasekinin. Ka ew difikirin kî wê bikeve wan xaniyan; ti kes nakeve wan xaniyên du odeyî yên li ser xwîn û hestiyan ava bûne.”
Tevî ku TOKÎ li van taxan tên çêkirin, teqînên li van taxan jî dewam dikin. Ji ber ku ev teqînên “bi kontrol” dewam dikin, ev xaniyên li van taxan tên lêkirin, dilê xelkê aram nakin, û xelk baweriyê bi wan anîne.
Bi qeyûm û DEDAŞ sefera duyem
Li aliyê din li Nisêbinê ku tîna germê digihîje 50 pileyî, welatî ji ber bêaviyê û qutkirina elektrîkê mexdûrtir dibin. Welatiyên ku xaniyê wan hatin xerakirin, neçar man koçî taxên din bikin. Welatiyên ku qedexe ji ser taxê wan rabû jî niha ji aliyê Qeyûmê şardariya wan dagirkirî û şirketa elektrîkê DEDAŞ‘ê ve bi qutkirina av û elektrîkê bi ser halan de bêhtir tên mexdûr kirin.
Rayedar dewleta dagirker, bi hinceta “nûkirina binesaziyê” zêdetirî 2 mehan her roj elektrîka welatiyan qut dikin. Hin caran rojekê bi temamî av û elektrîk tê qutkirin. Ji ber xebatên li tevahiya bajêr hemwext hatine destpêkirin, herî zêde tesîra vê li dikandaran dibe.
Gelo ji bo koçberkirinê ye?
Ligel qutkirina elektrîkê jî komên girêdayî şirketa DEDAŞ´ê vê dawiyê bi hezaran TL ceza li mal û dikandaran dibirin. Cezayên ku zêdehî bi hinceta “elektrîka qaçax” tên birrîn, dikin ku welatî ji xwe bipirsin, ka gelo dewleta dagirker dixwaze Kurdan bi vî awayî ji Nisêbînê bide koçberkirin.
Ligel pirsgirêka elektrîkê, pirsgirêka herî mezin a navçeyê ava qirêj e. Bi taybetî piştî tayînkirin qeyûm ê dagirker, di serî de li taxên Koçera, Alîkan, Mazilevdîn, Qijlê, Abdulkadirpaşa û Yenîşehîrê bi temamî av hat qutkirin. Li taxên din jî bi awayekî hemwext hemû rê hatin kolan û kanalîzyona bajêr hat xirabkirin. Ji ber ku her der hatiye kolan, hemû kolan di nava tozê de ne. Ji ber kanal û şebekeyên avê hatin xerakirin, av qut dibe û ya diherike jî qirêj û gemar e.
‘Ji bo mexdûr bikin texsîr nakin’ Dikandar, Firat Dogan, diyar kir ku gelek caran elektrîka wan qet nîne û ji ber voltaja bilind jî hemû amûrên wan zirarê dibînin. Dogan destnîşan kir ku ligel vê yekê, bi hinceta “saet hatiye guhertin” hezar û 500 TL ceza lê hatiye birrîn û wiha axivî: “Ji bo mexdûr bikin texsîr nakin. Ez nizanim ev ceza ji ber çi hatiye. Hinceta nîşan dane jî ne hincet e.” Ev jî nîşan dide ku armanca vê siyasetê, hem bi qutkirina avê, hem bi qutkirina elektrîkê û hem jî bi cezabirrîna pereyan li welatiyan ew e ku dewlet xelkê navçeyê bide koçberkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN