We şaş nebîhîst, bi rastî jî ew bazirganên selefxwir hem şîr heram in, hem jî şîrên wan ê heram xiravbûyî ye, wek jujiya kufikî û jehrê ye. Şîrê ji bo hevîrê avabûna dewleta wan hatî bikaranîn jî heram û xiravbûyî bû. Xwarina wan li ser talana ked û xwedana eniya reben û sêwiyan e. Heramî ketiye nava xwîna wan, jiwê pêsîrên wan tijî nêm û kêm e, şîrê wan pêsîran jî tev nexweşî û heram e. Gotinên wan heram e, henasa wan heram e. Bawerî û dînê wan heram e, mirovbûna wan jî di nava genîbûnê de heram bûye.
Wan bazirganên şîrheram her plan û tevgerên xwe bi awayeke zexelî li ser têkbirin û ji holê rakirina Kurdan avakirine. Ji wê di her warî de dixebitin ku bikanin vê armanca xwe gav bi gav li ser xaka me ya pîroz pêkbînin. L seri çiyayên me yên payeberz gazên jehrinî û bombeyên qedexe bikar tînin, li bajaran bê eger û bingehekî hiqûqî kî rastê wan tê, digirin. Li kûçeyan bê navber gazên jehrinî direşînin ser mirovan. Li bajar û metrepolên Tirkiyê garanên mêjîşuştî xistine kuçeyan karker û rebenên Kurdan lînc dikin.
Ev bes nebû, niha jî bi destên hin şîrketên xwe yên selefxwiren wekî wan şîrheram şîrê xiravbûyî tînin, li welatê me didin zarokên dibistanên seretayî ku bikanin li ser beden û mêjiyê wan ên gede bilîzin. Heta dixwezin di nava bêdengiyê de wan zarokên me yên hêviya pêşerojê hêdî hêdî bikujin.
Dema Erdogan, Abdullah Gul û şurekaya AKP rayedarên Akinciyan bûn, îdîa dikirin ku ev şîr ji Amêrîqayê tê û ne helal e, divê kesên misliman vê şîrê heram nexwe. Wan di dibistanan de boykot dikirin (em jî li dij derdiketin, lê bi wateyeke din). Lê niha ji bo ku bikanin alîgirên xwe dewlemend bikin, di mêjî û bedena zarokên me de tahrîbatan derxînin, şîrê bi salan di depoyan de mayî, li ser bikaranîna wan re deh sal derbazbûne, tînin, didin zarokên me.
Zarokên me li kûçeyan dikujin, dikin zîndanan, li ser laşên wan dilîzin, bes nebû, vê carê jî dixebitin bi şîrên xwe yên heram, bi şîrê xwe yên xirabûyî zarokên me ji me bistînin.
Ev şîrê ku zarokên me pê nexweşketine, bi alîkariya wezareta perwerdê, ya ajal û çandiniyê hatiye amadekirin, bi fermana Erdogan li çend fîrmayên AKPeyî yên li Qeyseriyê niştecih in, hatiye belavkirin wan jî li dibistanan belav kirine. Ev biryar di rojnameya wan a fermî de jî hatibû weşandin. Kî çi dizane ka Erdogan ji bo vê îhaleyê çend mîlyon xistiye bêrîka xwe, lew re li ba wan selefxwiran bêrîk îman e.
Di rastiya vê de jî xuya dike ku AKP-Fetullahî di her warî de tenê bi mantiqê bazirganî û canbaziya meydanên ajalfirotinê nêzîkê mijareyan dibin. Ji bo wan bazirganî û kar ji xweda jî pîroztir e, lema bi wê mêjiyê bazirganiyê nêzîkê bawerî û dînan jî dibin. Ji bo bazirganan tendûristî û jiyana mirovan ne girîn e, tiştê herî girîng bazirganî û kara wan a di vê bazirganiyê de ye. Li gel wê talan jî, îmana wan û dînê kalikên wan ên osmanî ye.
Jiwê jî, li hember vê bi jehrê ketina zarokan berteka wezîrên Erdogan û waliyên wî jî dîsa bi rovîtiya bazirganiya selefxwirî bû. Wan selefxwiran di vê mijarê de jî ew durûtiya xwe ya zexel nîşan dan û daxuyaniyên ecêb dan.
Ezê dîsa mînakekê li vir during bikim. Li gundekî Depê herkesî dizî dikir, lê tu kesî nedîtibû ku kesê nav Usiv dizî kiriye. Rojekê dema mezinê gund diçe nava baxçeyê xwe, dibîne ku ew Usivê qaşo durist wa ye, fîdanan ji re ve radike û davêje. Ew li wî dinêre û wiha dibêje: „Biko (ewladê kî) ez ji te re çi bibêjim, ne sûçê te ye, ev erda zexel e!“
Belê ew bingehê ev dewleta şîrheram li ser avabûye, ew bingehê ev selefxwir û minafiqên AKP-fetullahî li ser hatine demezirandin û birêkxistin zexel û şîrheram e. Lema jî lingên wan selefxwirên şîrheram li ku digihîje erdê, ew der heram dibe, nexweşiya nemirovbûnê li wir wek sawekî belav dibe. Heta erd û ax jî rengê xwe diguherîne û xirav dibe.
Wer xuyaye, hetanê ev selefxwirên şîrheram bi birayên xwe yên kemalîst re nekevin gorê, yan jî devê wan wekî devê guran, çavên wan wekî çavên koran neyên girtin, qirêjiya wan reşandiye ser wê xaka pîroz neyê paqijkirin, dê serfirazî û aşitî jî neyê ser wê xakê. Dê azadî jê her û her di bin siya selefxwirên şîrheram de bîmîne.Divê dê û bav bi hişmendiya vê rastiyê li dij van şîrheraman derkevin û hîc nehêlin ku ev bazirganên selefxwir bi şîrên heram zarokên wan ên wek şîrê pêsîrên dayîkan zelal û helal biherimînin.
Dewlet û AKP şîrheram in