Artêşa TIrk a dagirker bi balafiran êrîşî gundê El-Kûsa ku dikeve 6 km bakurê Cerablûsê û Sirêsat kir û di encama êrîşan de zêdetirî 40 sivîl jiyana xwe xwe ji dest dan. Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê û ajansa AFP’ê re ragihandin ku di êrişê gundê El-Kûsa de 20 sivîl hatine kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bûn.Lê çavkaniyên ji herêmê dibêjin hejmara miriyan ji 35´î zêdetir e. Her wiha Artêşa Tirk kuştina sîvîlan qebul kir lê kesên hatî qetil kirin wekî ‘Endamên PYD’ê îlan kir.
Raya giştî ya cîhanê jî komkujiyê piştrast kirin
Doh pêşî Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ragihand ku Artêşa Tirk li gundê El-Kûsa ya li başûrê Cerablusê, komkujiyek pêk anî. Piştre ajansa AFP û Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê komkujiyê piştrast kirin û gotin ku zêdetirî 20 sîvîlan jiyana xwe ji dest dane û herî kem 50 sîvîl jî birîndar bûne.
Sê tangên wan hatin ruxandin
Piştî ku dewleta Tirk tevî çeteyên xwe yên Sûriyê derbasî Rojava bû û Cerablûs kontrol kir ji pêr ve di navbera çeteyan û arteşa Tirk û şervanên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê de şerê dijwar rû didin. Her wiha balafirên Tirkiyê jî baregehên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bomberan dikin. Piştî ku bomberandinê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê bersiv da û şervanên Cerablusê sê tankên artêşa dagirker teqandin. Di encama vî şerî de leşkerekî Tirk hat kuştin û sê jî birîndar bûbûn.
Ji ber bombebaranê gund hilweşiya ye
Artêşa dagiker a Tirk doh jî li gundewar û derdora Cerablûsê de bi balafiran bombe barand. Di encama vê bombebarandinê de artêşa Tirk komkujiyek mezin pêk anî û zêdetirî 20 sivîl jiyana xwe ji dest da. Piştî komkujê li cihanê hat bihîstin Artêşa Tirk daxuyeniyek belav kir û ragihand ku kesên ku mirine ‘Endamên PYD’ê. Lê ANHA, AFP, Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê û kesên ji herêmê ragihandin ku kesên hatine qetilkirin û birîndar bûne, sivîl in.
Her wiha derbarê komkujiyê de Fermandarê QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) Cudî Cerablus ji Sputnikê re axivî û got ku li tevahiya gund sivîl hene û ji ber bombebaranê gund hilweşiya ye.
Cudî ji Sputnîkê re wiha peyivî: “Artêşa Sûriyê ya Azad (ASA) û leşkerên Tirk bi çekên giran êrîşî ser gundên di destên me de ne, dikin. Ji duh (pêr) ve şerên giran diqewimin. Di encamê de 29 endamên ASA´yê û 2 leşkerên Tirk mirin. Her wiha 4 leşker birîndar bûn. Me 3 tangên Tirkan rûxandin. Şer berdewam e. Hêzên me di çeperên xwe de ne. Em ê heta dawiyê li berxwe bidin.”
Li Minbicê jî bombebaran dike
Hêzên Artêşa Tirk a dagirker, gundên bakurê Çemê Sacûr ê Minibicê jî, bombebaran û topbaran dikin.
Nûçegihana ANHA´yê ragihand ku balafir û tankên artêşa Tirk a dagirker ji sibehê ve, bi tank û balafiran gundên li bakurê Çemê Sacûr ê Minbicê topbaran û bombebaran dikin. Hat zanîn ku di encama êrîşê de gelek kuştî û birîndarên sivîl hene.
NAVENDA NÛÇEYAN
Pentagon nexwest qala êrîşên Tirkiyê bike
Wezareta Parastinê ya Amarîka (Pentagon), nexwest ku qala êrîşên hêzên hewayî yên Tirk ên li dijî noqteyên QSD, bike.
Li ser pirsa : “Gelo rast e ku noqteyên QSD’ê ji aliyê hêzên hewayî yên Tirk ve rast e yan na?” Berdevkê Pentagon Christopher Sherwood ji Ajansa “Novosti” ya Rûsî re got: “Ez pêşinyar dikim ku hûn van pirsan, ji nûnerê n wê bikin.”
Christopher Sherwood di berdewamiya axaftina xwe de got: “Tiştê ku ez dikarim bêjim, Hêzên Sûriya Demokratîk hîn jî hevalbendê me yê. Her wiha ew yek ji hêzên herî aktîv ên di şerê li hemberî DAIŞ’ê de ne.”
WASHÎNGTON
Li Efrînê jî dixwaze xwînê birijîne
Artêşa Tirk, noqteyên YPG/YPJꞌê yên li gundê Mosaka ya navçeya Raco ya Efrînê, hedef digire.
Çavkaniyekê ji YPGꞌê da zanîn ku hêzên taybet ên artêşa Tirk doh, noqteyên YPG/YPJꞌê yên nêzî pira Heşarne ya gundê Mosaka ya navçeya Raco ya Kantona Efrînê bi çeka doçikayê, hedef girtin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku di encama hedefgirtina noqteyên yekîneyên parastinê de, tu ziyan negihişt şervanan.
EFRÎN