Dewleta Tirk 135 hezar donim dexl şewitand
Artêîşa Tirk îsal jî zeviyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewitandin. Li gorî daneyên Desteya Aborî û Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê par ji ber şewatan zêdetirî 435 hezar û 500 donim zeviyên dexl û dan şewitîn, 14 kes dema agir vedimirandin şehîd bûn.
Li gorî ku rayedaran îsal zêdetirî 45 hezar endamên Hêzên Parastina Civakê û Hêzên Ewlekariya Hudnirîn li rex cotkaran û xwediyên zeviyan tev li parastina zeviyan bûn. Rêveberiya Xweser jî bi rêya saziyên xwe rêzetedbîr ji bo ku rê li pêşiya rûdana şewatan bigire, girtin.
Ruxmî tedbîrên Rêveberiya Xweser û saziyên ewlekarî û leşkerî jî şewatan zirar gihand zêdetirî 135 hezar û 40 doniman. Piraniya şewatê li herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, herêmên Cizîr û Firatê bûn. Ji ber ku artêşa Tirk a dagirker yekser agir bi zeviyan xist, û nehiştin şênî û tîmên agirkujiyê şewatan vemirînin.
Li gorî daneyên fermî "Li herêma Firatê zêdetirî 60 hezar donim, li herêma Cizîrê zêdetirî 60 hezar û 500 donimî, li bakur, rojhilat û rojavayê gundewarê Dêrazorê 14 hezar donim, li gundewarên Reqayê 500 donim û li bajarê Reqayê 40 donim" erd hatiye şewitandin, yan jî şewitiye. QAMIŞLO