Di êrîşa artêşa Tirk a li bajarokê li herêma Şehbayê, Til Rifatê, doh 4 sivîl birîndar bûn. 

Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Kantona Şehbayê doh jî dewam kir. Di êrîşên dewleta Tirk de yên ku hema hema her roj li dijî Kantona Şehbayê dewan dikin, doh li Til Refatê 4 welatiyên Ereb birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneya Efrînê, êrîşên dewleta Tirk a bi obusan ku bi qasî saetekê dewam kir paşê jî dema me nûçe amade dikir jî, bi avêtina carcaran a topan dewam kir.

Til Rifat ji bo Şehbayê ku 9’ê Tebaxê weke kanton bi Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ve hate girêdan û kantonbûna wê hat ragihandin, ji navendên herî girîng e. Til Rifet (Erfet) 15’ê Sibata 2016’an bi destê Hêzên Şoreşger çeteyên dewleta Tirk hatibû rizgarkirin.

Til Rifat a ku ji berê ve weke navenda çeteyên girêdayî dewleta Tirk bû, ji roja hatî azadkirin ve bi dijwarî bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê.

Gelê herêmê didin diyarkirin ku Til Rifat bi awayekî dijwar bi topan tê bombekirin. 


ANHA/ŞEHBA