Balafirên şer ên girêdayî artêşa Tirk li gundê Tepeka yê girêdayî herêma Çemço bombebaran pêk anî û di bombeberanê de 3 welatî qetilkirin. 

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, pêr bi şev balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Tepeka yê li herêma Çemço yê girêdayî Herêmên Parastina Medyayê bombebaran pêk anîne. Di dema bomberanê de welatiyên bi navê Îsmet, Şaban û Fakîr ku li nav baxçeyên xwe bûn, qetil bûne.  Cenazeyên welatiyan doh sibejê ji aliyê xizmên wan ên ku li wan digeriyan ve hatine dîtin.  Artêşa Tirk dîsa pêr bi şev welatiyên ku ji baxçeyên xwe yên li gundê Rekan û Nerwe yê girêdayî Şeladizê vedigeriyan bombebaran kir û 4 welatî qetil kirin.  Bi qetlîama li gundê Tepekan re ji pêr ve di êrîşên artêşa Tirk de hejmara qurbaniyan gihişt 7 kesan. 


 ROJNEWS