Çalakî doh piştî nîvrojê li meydana Sergelê pêk hat û dirûşmên “Destên xwe yên bi xwîn ji Kurdistanê vekişînin”, “Piştgiriyê bidin Rojava”, “Kujer Erdogan”, “Erdogan û DAIŞ yek in”, “Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime”, “Komkujiyên li Kurdistanê bisekinînin”, “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” hatin gotin.
Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên (NCDK) li Swêdê, Ayşe Goktepe axivî. Goktepe diyar kir ku Erdogan bi xewn û xeyalên Dewleta Osmanî radibe û anî ziman, dema ku ew li Mûsil û Kerkûkê nehat xwestin, êrîşên xwe yên li dijî axa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê zêde kirin.
Goktepe got, “Armanca Tirkiyeyê dagirkirina tevahiya Sûriyeyê ye. Lewma divê hêzên navneteweyî li ber vê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê rabin. Dagirkerî û komkujiyên Tirkiyeyê yên li Rojava, ne yên qebûlkirinê ye.”
Li ser navê KNK’ê, Karwan Seîd jî peyivî û got, armanca Tirkiyeyê bi dagirkirina Ceablûsê, tinekirina sîstema demokratîk û wekhev a li Rojavayê Kurdistanê ye.
Seîd bang li Kurdistanî û dostên wan kir, ku li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.
Nûnerê Rojava yê li Swêdê, Ster Kurdaxî jî da xuyakirin ku dewleta Tirk ji bo operasyona Reqayê sabote bike, ji bo parastina çeteyên DAIŞ’ê yên ji Mûsilê direvin û li Reqqayê bi cih dibin, êrîşî Efrîn û Şehbayê dike.
Nûnerê Rojava bêdengiya cîhana derve ya li pêşberî êrîşên dewleta Tirk weke rewşek bi tirs û fikar bi nav kir.
STOCKHOLM