Dewleta Tirk a dagirker li dijî Kurdan operasyonên qirkirinê didomîne. Doh li Stenbol û Rihayê gelek siyasetvan ên Kurd hatin binçavkirin ku di nav wan de nivîskar Mewlut Aykoç jî heye. Kesên li Stenbolê hatî binçavkirin ên navên wan diyar bûyî ev in: “Ji Rêveberên HDP’ê yên Stenbolê Eşref Yaşar, endamê meclîsa DBP Sedat Çaycı, nivîskar Mewlut Aykoç û mamosteyên Enstîtuya Kurd a Stenbolê ku ew jî ji aliyê dewlete Tirk ve hatibû girtin Ridwan Doner û Güven Pınar. Li ser sedemên binçavkirina kesên navborî her çendî agahî ne hatibin dayîn jî diyar e ku dewleta Tirk şûrê xwe li rêwşenbîr û nivîskarên Kurd jî tûj dike. Hêjayî bibîrxistinê ye ku nivîskarê Kurd Hasîp Yanliç jî 6’ê meha 7’an hatibû girtin.
Li Rihayê jî rêveberê DBP’ê Pirsûsê Yakup Ateş û Yusuf Demir hatin binçavkirin.
Li Amedê cih nema
Li Amedê ji ber ku gelek kes hatin binçavkirin di nezaretxaneya Midûriyeta Polîsan a Amedê de cih nema. Li ser lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê polîsan di nava hefteyê de bi ser gelek malan de girt û nêzî 50 kesên ku endam û rêveberên HDP, DBP, KCD û nûnerên saziyên sivîl in hatin binçavkirin. Ji ber cih li nezaretxaneya Polîsan nema, gelek ji wan birin Şaxa KOM’ê ya navçeya Peyasa Amedê. Hat zanîn ku piraniya kesên hatin binçavkirin li ser îxbarê hatine binçavkirin. Di 25’ê Tîrmehê de polîsan bi ser malan de girtibû û Endamê Dîwana Hevserokatiya KCD’ê Musa Farisogullari hatibû binçavkirin. Farisogullari 4 rojin li Şaxa KOM’ê tê rawestandin. Farisogullari, dema di doza KCK’ê ya Sereke de hatibû girtin, emeliyata mejî derbas kiribû û ji ber nexweşiyên giran ên dil anjiyo bûbû. Tevi ku Farisogullari raporên nexweşiyê nîşanî dozger dan jî 4 rojin di bin çavan de tê girtin. Hat zanîn ku li Nezaretxaneyê cih nemaye.
NAVENDA NÛÇEYAN