Xebatên restorekirina Keleha Cizîrê û Birca Belek ya ku ev 163 sale wek kişlaya leşkerî dihat bikaranîn didome û her wiha keleya Cizîrê veguhertin saziyên cemawerî.

Keleha Cizîrê û Birca Belek ku 170 sal berê ji ber şerê di navbera Osmanî û Begên Botanê de pêk hat şûnde ket bin kontrola leşkeriyê û di sala 2010’an de hat valakirin. Ji aliyê qeymeqamtiya Cizîrê ve xebatên restorasyonê hatin destpêkirin. Piştî pêngava yekemîn avahiya Alaya Hamidiye û avahiyên dîrokî hatin restorekirin.

Qada dîrokî ya bi salan ji gelê Cizîrê bêpar hat hiştin niha saziyên dewletê lê cih digirin. Warên dîrokî ewilî wek avahiya xizmetê ya Midûriyeta Tenduristiya Gel hatin bikaranîn niha jî ji bo Navneda Çand û Ciwanan a girêdayê qeymeqamtiyê hatiye veqetandin.

Keleha dîrokî ya bi salan di bin bikaranîna leşkeriyê de mabû zirareke mezin dîtibû. Dihat payîn ku di restorasyonê de taybetiya wê ya dîrokî wê were parastin lê belê niha saziyên cemawerî lê hatine bicihkirin û fikar hene ku wê keleha dîrokî zirareke din bibîne. Li aliyekî saziyên cemawerî xizmetê didin û li aliyê din jî li qada sîtê xebat didomin. Herêma sîtê ya divê bihata parastin terkî qedera xwe hatiye hiştin. 


 ŞIRNEX