Dewleta Tirk DAIŞ'ê dişîne Lîbyayê
BÊRÎTAN SARYA
ANF/HESEKÊ
Çeteyekî ji Serêkaniyê reviya û teslîmî QSD'ê bû got, dewleta Tirk gelek çeteyên DAIŞ'ê jî şandin Lîbyayê.
Aras Hac Elî ji gundê Cewzat ê Dirbêsiyê ye. Cotmeha sala 2018'an tevî hevalekî xwe çû herêma Babê ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Aras Hac Elî ji leşkeriya li herêmên Rêveberiya Xweser a Demokratîk reviya û hewl da biçe Tirkiyeyê, lê kete destê çeteyan. Destpêkê tevlî Lîwa Nûredîn a ser bi Tumena Hamzat hate kirin, piştre jî li Serêkaniyê ya dagirkirî di nava çeteyên Sûltan Mûrat de hate bicihkirin. Dema ku firsend bi destê wî ket, bi alîkariya malbata xwe ji Serêkaniyê reviya û di 27'ê Nîsana 2020'an de teslîmî QSD'ê bû. Aras Hac Elî qala rewşa li Bab û Serêkaniyê yên dagirkirî kir.
Aras Hac Elî 15'ê Çileya 2019'an bi daxwaza xwe weke endamekî çeteya Firqa Hamzat ji Babê derbasî Serêkaniya dagirkirî dibe. Li vir hefteyekê di bin sîwana Lîwa Nûreddîn a Hamzat de wezîfe kir û piştre ji gel wan veqetiya. Tevlî çeteya Sûltan Mûrat bû ya li nava bajêr. Aras Hac Elî diyar kir ku talan û diziya ku weke xenîmetê pêşkêşî wan hate kirin, li Serêkaniyê bi çavên xwe dît û got, "Min her tişt nedît, lê belê tiştên ku min dît jî gelekî nebaş bûn. Şêniyên Serêkaniyê ji ber ku ji çeteyan ditirsiyan, koçî Hesekê kiribûn. Lê belê çeteyan her tiştên li malên wan dizîbûn. Derî û pace jî dizî bûn."
Aras Hac Elî da zanîn ku di nava çeteya artêşa Tirk a bi navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) de DAIŞ’î jî hene û got, "Herî kêm yek ji sê parên wan DAIŞ'î bûn.
Di wê demê de bi qasî ku min dît nêzî 300 kesî ji Serêkaniyê çûn Lîbyayê. Dema ku li Serêkaniyê bûm, min bihîst ku ji aliyê herêma Babê nêzî 4-5 hezar kes çûne Lîbyayê.”