
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyonên artêşa dagirker a Tirk li Amed, Kato û Tendûrekê û der barê çalakiyên gerîla li Bakurê Kurdistanê daxuyanî weşand.
HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk derbên giran li Bakurê Kurdistanê xwarine, li Katoyê 12 leşkerên Tirk hatine kuştin, operasyona Amedê bi 15 hezar eskeran didome û artêşa Tirk li Tendûrekê manîpulasyonê dike. Li aliyê din HPG´ê da zanîn ku di çalakiyên gerîlayan ên li Dêrsimê de helîkoptereke tîpa Skorsky ya artêşa Tirk hatiye derbkirin.
Rewşa dawî li Katoyê
HPG´ê ragihand ku di operasyona artêşa Tirk a dagirker a li Katoyê de heta niha ti şer pêk nehatiye û wiha dewam kir: "Carekê hêzên me çalakiyek li dijî dijmin kirin, li vê derê çûne ser 12 cenazeyan, hin çek rakirine û bêyî ku windahiyan bidin vegeriyane baregehên xwe. Di dema lêgerîn û kontrola eraziyê de hin çek û cebilxaneyên hêzên me desteser kirine, lê li wê qadê bi qasî ku artêşa Tirk a dagirker dibêje, çek û cebilxaneyên me tinene. Gelek çek û alavên ku desteser kirine, li wê qadê nînin.
Di vê operasyonê de tenê temasek çêbûye, ew jî hêzên me çalakiyeke serketî pêk anîne. Tiştekî pûç e ku ew dixwazin li Katoyê qehremanan îcad bikin. Li Katoyê şer tineye ku qehremanên şer hebin."
Li Tendurekê Artêşa Tirk şikest xwar
HPG´ê ji bo herêma Tendûrekê ya Agiriyê jî got, "artêşa Tirk li ser hev du caran têk çûye û derbên giran xwarine. Di şerê pêşî de 5 hevalên me şehîd bûn û jê pê ve ti windahiyên me tine, lê artêşa Tirk a dagirker hejmarên miriyên xwe kêm dike (û nade diyarkirin) hejmara windahiyên gerîlayan zêde dike û dixwaze raya giştî bixapîne û bi sextekariyeke mezin têkçûna xwe wekî serketinê bide nîşandan.
Daxuyaniyên dewleta Tirk ên li ser herdu qadan, daxuyaniyên şerê psîkolojîk in."
Li Amedê operasyona Artêşê Tirk pê derban dixwe
HPG´ê da zanîn ku li Amedê operasyoneke bi 15 hezar eskeran tê birêvebirin, û gerîla li ber xwe dide û wiha dewam kir: "(Gerîla) gelek çalakî li dar xistine û derbên giran li dewleta Tirk xistine û ev pêvajo didome. Heta niha bi tenê du windahiyên gerîlayan hene. Wekî operasyona Tendûrekê ya Amedê jî têk çûye. Encamên wê, piştre wê bi berfirehî bi raya giştî re werin parvekirin."
Li Dêrsimê Skorsiyê derb xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li Dêrsimê jî daxuyanî da û diyar kir ku li Dêrsimê li helîkoptera bi tîpa Skorsky hatiye xistin. Li ser şerê li Dêrsimê HPG´ê da zanîn ku 4’ê Hezîranê berê sibehê li derdorî geliyê Olûk ê ser bi navçeya Kemah a Erzînganê gerîla ûeskerên artêşa Tirk a dagirker rastî hev hatine û şer qewimiye. HPG´ê agahiya şehadeta gerçlayekî parve kir û da zanîn ku derbarê eskerên kuştî û birîndarkirî de agahiyên zelal bi dest nexistine.
HPG´ê ji bo çalakiyeke gerîlayan a 2´yê Hezîranê jî ev agahî dan: "2’yê Hezîranê hêzên me li dijî helîkoptara Skorsky a ku dixwest li tabûra navçeya Qislê ya Dersimê leşkeran dane, çalakiyek li dar xistine. Di encama lêxistina yekîneyên me de helîkoptera Skorsky bêyî ku leşkeran dane, ji herêmê dûr ketiye.
Artêşa Tirk a ku piştî çalakiyên hêzên me lidar xistin û şûnde, 4’ê Hezîranê li gel hêzên veşartî li herêmê dest bi oprasyonekê kirin. Dîsa heman rojê yekîneyên me hêzên veşartî xistin di bin kontrola xwe de û li dijî wê çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiya xurt de 4 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker vekişiya û qad bi obus û hewanan bomberdûman kirin."
BEHDÎNAN