Dewleta Tirk di krîza korona de jî hosteya derewan e
Rêjeya naskirina pêketina bi SARS-CoV-2 (Covid-19) li gorî texmînên du aborînasên ji Zanîngeha Gottingenê ya li Elmanyayê, qederê ji sedî şeş e. Yanî ev herdu aborînas Christian Bommer û Sebastian Vollmer wisa hizir dikin li dinyayê bi navingî texmînî ji her sed kesê bi Covid-19’ê ketî, 6 kes tên tesbîtkirin. Lê li her welatî ev rêje ne wisa ye; li gorî wan welatê herî kêm kesên bi vîrusê ketî tesbît dike Tirkiye ye û li gorî sîmîlasyon û texmîna wan, 31’ê Adarê li Tirkiyeyê bêhtirî 11 milyon kes bi vîrusê ketine. Herçî Elmanya ye ji ber ku gelek testan dike, li gorî texmîna wan ji her şeş kesên bi vîrusê ketî yek tê tesbîtkirin. Ew rêjeya mirinê ya ji ber vê vîrusa nû ya koronayê jî bi vê yekê rave dikin. Rêjeya mirinê li Îtalyayê ji sedî 11.7 e, lê li Elmanyayê 1.1 e.
Li gorî lêkolînê, ev rêje der barê belavbûna vîrusê ya bi rastî de daneyên mirov bi wan ewle bin nadin mirovan.
Di vê lêkolînê de beşa herî balkêş a li ser Tirkiyeyê ye; ew dibêje, li welatên mîna Tirkiyeyê yên ku rêjeya tesbîtkirina kesên bi vîrusê ketî pirr kêm e, ew texmîna wan a tesbîtkirina ji sedê şeş ne lê ye. Tevî ku wan texmînên ji bo 31’ê Adarê eşkere kirine, û hingê li gorî hejmarên fermî qederê milyonek mirovî bi vîrusê ketibûn jî ew ji çend dehmilyonek hesab dikin û ji van jî 11 milyon 161 hezar û 684 kesên bi vîrusê texmîn dikin. Ev hejmar li seranserê dinyayê rêjeya xelkê bi vîrusê ketî li gorî temamê serjimara welêt jî dike rêjeya herî bilind li dinyayê hemûyî: %13.23.
Piştî Tirkiyeyê rêjeya bi vîrusê ketine li gorî temamê serjimara welêt herî zêde li Spanyayê xuya dike: 12.24. Ji bo mirov karibe li ber hev bigire, ev rêje li Îtalyayê ji sedî 5 e, li Emerîkayê 3.58 e û li Elmanyayê jî tenê 0.55 li gorî vê texmîna ji bo 31’ê Adarê. Ev jî nîşan dide ku dewleta Tirk eşkere hejmaran yan eşkere nake, yan hîç tesbît nake. Gelek caran mirovên ji ber vîrusa korona dimirin jî weke ku ji ber vê vîrusê miribin nîşan nade. NAVENDA NÛÇEYAN