Êrişên Dewleta Tirk ên li dijî çapemeniya azad û dengê gelê azad li Bakurê Kurdistanê dewam dikin, heta niha zêdetirî 20 dezgehên çapemeniyê li Bakurê Kurdistanê hatine girtin. Herî dawî ajansên nûçeyan DÎHA, JINHA, Rojnameya Ozgur Gundem, Azadiya Welat û Yuksekova Haber hatin girtin. Rojnameger Ebubekir Hisên û Ezîz Resûl ev êrîşa li ser çapemeniya Kurdî şermezar kirin.
Der barê mijarê de rojnameger Ebubekir Hisên got; "Desthilatdariya li Bakurê Kurdistanê li ser gel tê meşandin ti girêdana xwe bi demokrasiyê re nîne. Dixwazin dengê azadiya gel bidin qutkirin. Bi van êrişan dixwazin dengê çapemeniya azad û dengê gel bibirrin, vê jî bi rêya çapemeniya ser bi AKP'ê didin meşandin."
Ev êrişkariya wê Tirsonekiya dewleta Tirk e
Ebubekir Hisên got, "Ev hewldanên dewleta Tirk û şerê AKP'ê li dijî gelê azadîxwaz bi ser nakevin, îradeya gel wê bi ser keve. Êrişên li dijî çapemeniya azad û vîna gel li dijî demokrasiyê ye û tirsonekiya dewleta Tirk dide nîşan."
Rojnameger Ezîz Resûl jî li ser heman mijarê got; "Piştî hewldanên darbeyê ku Dewleta Tirk bixwe plana wê danîbû, bi navê dij-terorê û darbeyê, Dewleta Tirk rojane terorê li ser vîna azad dide meşandin."
Ezîz Resûl êrişên li dijî çapemeniya azad şermezar kirin, ew wekî nîşana şikestina deshilatdariya dewleta Tirk bi nav kirin û got, "Daxwaza min ji hemû azadîxwazan û welatên demokrasîxwaz ew e ku li beramberî van êrişan bê deng nemînin."
HAWKAR MİSTEFA / ROJNEWS / SILÊMANÎ