Welatiyê bi navê Abdulrehman Hec Xelîl ji şêniyên navçeya Cindirêsê ye û hate zanîn ku ji ber êşkenceyên çeteyên Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, jiyana xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê welatiyê bi navê Samî Abdulrehman Hec Xelîl (40) bêyî sûc û sebeb ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiye ve hate revandin û ji ber êşkenceyan, jiyana xwe ji dest da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji destpêka dagirkirina kantona Efrîn ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve kiryarên hovane mîna kuştin, revandin, talankirinê her didome. Her wiha çarenûsa bi hezaran sivîlên revandî ne diyar e.

EFRÎN