Çiyayê Şêx Berakat ku li bajarê Darize yê li rojavayê Helebê ye, devereke dîrokî ye. Navê şêxekî Êzîdiyan ê bi navê Şêx Berakat ku berî niha bi 500 salan li herêmê bû, lê hatiye kirin. Beriya ku ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve bê dagirkirin, Çiyayê Şêx Berakat herêmeke Kurdên Êzîdî bû. Lê belê piştî ku Osmaniyan herêm dagir kir, li dijî Êzîdiyan êrişeke mezin kir.
Heta ku El Nûsra sala 2013'an wir dagir bike, Şêx Berakat ji bo Êzîdiyan piştî Lalişê weke devera duyemîn a hecê dihate dîtin û Êzîdiyan serdana herêmê dikir. 7'ê Sibata 2018'an dewleta Tirk ji bo li ser Îdlibê û rojavayê Helebê serwer be, li Çiyayê Samanê û Çiyayê Şêx Berakat nuqteyên eskerî ava kirin. Tirba Şêx Berakat bi temamî hate hilweşandin.
Endama Yekîtiya Êzîdiyan Gulê Cafer got, Şêx Berakat ne tenê ji bo Êzîdiyan her wiha ji bo Misilman, Ermen û Mesîhiyan jî girîng e û got, "Şêx Berakat Kurdekî Êzîdî ye. Li gel wî birayê wî Şêx Elî hebû. Xaka xwe, ola xwe diparastin. Her du jî li wê herêmê şehîd bûn. Şêx Berakat li lûtkeya Çiyayê Şêx Berakat, Şêx Elî jî li gundê Basûfanê hatin veşartin. Her du herêm 2 kîlometreyan dûrî hev in. Her du ziyaret in ji bo Kurdên Êzîdî. Berî ku herêm bên dagirkirin, her roja Çarşemê her kes diçû wan deveran û find vêdixistin. Êzîdiyên ku nekarîbûn biçin Lalişê ji bo hecê her sal diçûn van herêman. Niha li Şehbayê li devera ku em lê ne em Çiyayê Şêx Berakat dibînin. Devera ku ji bo me pîroz e ji aliyê dewleta Tirk ve hate hilweşandin. Em ê xaka xwe û dîroka xwe ji dewleta Tirk re nehêlin."
ANHA / ŞEHBA