Di erefa cejnê de hêzên dewleta Tirk li Licê li Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar kêlên goran û dîwarên wan şikênandin. Malbatên çûyî ser goran got, ew ê ti carî van kirin û zilma dewleta Tirk ji bîr nekin û wan ev kirin wekî hovîtî bi nav kirin.

Li Taxa Sîsê ya navçeya Amedê Licê, malbatên şehîdan beriya cejnê çûn ser gorên zarokên xwe yên li “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hevîdar”. Lê ya ku malbatan dîtî, hovîtiyeke din bû ku kiryarê wê bi her awayî dewleta Tirk û hêzên wê yên eskerî yan jî paramîlîter bûn: Goristan hatibû texrîb kirin, kêl û hawîrdorên goran hatibûn şikandin. Ji dayikên beriya cejnê çûyî ser gora şehîda xwe, Afîfe Kartal, nerazîbûna xwe bi van gotinan îfade kir: “Ji vê xakê ditirsin.”

Êrişên li dijî “Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar” a li Taxa Sîsê ya Navçeya Amedê Licê ne yên îro ne, wan ji sala 2015´an ve dest pê kiriye. Lê di erefa cejnê de texrîbkirina goran û goristanê jî nîşan dide ku dilê dijminê Kurdan ji kevir jî hişktir, ji qetranê jî reştir e. Lewma tenê ji bo ku dêûbav, kesûkarên van şehîdan biêşînin, wan xemgîn bikin, dewleta Tirk bi vî karî rabûye.

Cara pêşî, eskerên Tirk ên dagirker, goristan di dema operasyona eskerî ya sala 2015’an de hilweşand. Ji bilî goran, mizgeft, destavxane, depoya avê, mêvanxane û konteynira di nava goristanê de jî bi bombeyan hingê hatin rûxandin. Hola konferansê ya 2 katî ku 300 metreyan dûrî goristanê bû û malbatên HPG’iyên di dema ziyareta gorên zarokên xwe li wir kom dibûn jî, hat bombebarankirin û hilweşandin.

   

Bi balyozan xira kirin

Malbatên bi boneya Cejna Remezanê çûn goristanê ji bo serdana gorên zarokên xwe yên şehîd, rûyî hov yê dewleta Tirk careke din dîtin. Wan dît ku gorên zarokên wan, tevî kêl û dîwarên dora goran hatine texrîbkirin. Bi ser dejî bi balyozan goristan bi giştî jî hatiye rûxandin. Dêûbav û kesûkarên şehîdan ên li ser goran nerazîbûna xwe îfade kir û dilê wan jî bi barekî xemê yê giran ma.

Bivê nevê ji xwe dipirsin, çawa mirov ev qasî xirab bibe.

Hovîtî ye ne kêmtir e 

Yek ji endamên malbatên şehîdan, Afîfe Kartal nerazîbûn nîşanî rûxandin goran da û got, “Rûxandina goran hovîtî ye. Ji vê xakê û ji van kêlan ditirsin. Gelo ev ax û ev kêl dikarin çi bikin? Dema em diçin goristina Amedê jî, em rastî heman dîmenan tên. Ji xwe va ye, hûn halê goristina Licê dibînin. Ji navên zarokên me ditirsin.”

Em ê jî ji bîr nekin 

Mekremîn Altindag jî ku ji bo serdana gora şehîdê xwe çûbû goristana li Licê, aciziya xwe îfade kir. Wî got, berî cejnê hovîtiyeke mezin û zilm li wan kirine, û wiha peyivî: “Ma mirov wisan li miriyan dike? Heta ku em sax bin, em ê ji bîr nekin. Nifşê li dû me were jî dê ji bîr neke.”

  AMED

 
 

Dayikan zarokên xwe dîtin

 

Dayikên bi rojan li ber Hepsa Jinan a Gebzeyê li ber xwe da û tim rastî êrişên polîsan hatin, çûn hepsê û cejna zarokên xwe pîroz kir.

Dayikên doh serê sibê çûn hepsê, bi zarokên xwe dîtin û bi vê şa bûn. Dayik piştî hevdîtinê çûn avahiya HDP’ê ya navçeya Gebzê. Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz jî bi  malbatan re bû li avahiyê jî cejna Remezanê li malbatan hat pîrozkirin.

 

STENBOL