Li bajarê Elmanya Saarbruckenê ji bo xwedîderketina li 8’ê Adarê û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê meş û mîtîngek hat lidarxistin.

Di meşê de tevî Kurdistaniyan Elman jî amade bûn. Girseya gel bi gotina dirûşmên “Kujer Erdogan”, “Elmanya fînanse dike, dewleta Tirk bombe dike” ji Europa Galeria heta bi navenda bajêr meşiya. Çalakger piştre li Europa Galeria vegeriyan û wan li vir mîtîngek pêk anî.


Xwedî li Hezexê derkevin

Endamê Meclîsa Gel a Hezexê Dilşad Bafê, bi rêya telefonê ji beşdarên mîtîngê re axivî û rewşa dawî ya li Hezexê vegot. Bafê bal kişand ser terora dewletê û bang li Kurdistaniyên li Ewrûpayê kir, ji bo pêşî li komkujiyeke gengaz a li Hezexê bigirin bikevin nava tevgerê û xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin. Bafê got, “Divê qîrîna gelê li Kurdistanê li kolanên Ewrûpayê deng vede.”

Mîtîng bi gotina dirûşmên “Bijî berxwedana Hezexê” bi dawî bû.


Kurdistaniyan li Hildesheimê jî dewleta Tirk rûreş kir

Li bajarê Elmanya Hildesheimê jî, êrîşên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina Kurdan, hatin şermezarkirin. Girseya gel a li ber Otogar a Hildesheimê civiya, heta ber Postaxaneya Biçûk a li navenda bajêr meşiya û belavok belav kirin. Girseya gel bi dirûşmên xwe, bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdistanê.

Di çalakiyê de bi qasî 500 kesî amade bûn û bi gotina dirûşmên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Kujer Erdogan” çalakî bi dawî bû.


 SAARBRUCKEN/HILDISHEIM